'Kobanê dê ji nû bê avakirin'
Rêvebirê Keşnasî û Erdehjê li Herêma Kurdistanê Fadil Hacî Hisên ji BasNewsê re ragihand ku, li gel tomarkirina yekemîn erdheja îro, 28ê Çile, heta piştî nîvero 22 erdhejan bajarê Silêmaniyê hejandine û got: “Tenê erdhejek ji wan bihêz bû û yên din kêmtir ji 3 pileyên li ser pîvana Rêxterê bûn.”
Sibeha îro Çarşemê 28-1-2015`an li demijmêr 6:29 xulekan, erdhejeke bi hêza 3,6 pile li ser pîvana Rêxterê, başûrê bajarê Silêmaniyê hejand ku, bi yekem erdheja sala 2015`an li wî bajarê tê jimartin.
Bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, ji ber cogirafiya wê, yeke ji wan cihên ku li gor nexşa keşnasiya cîhanê, erdhej bi awayekî berdewam lê diqewimin, lê li gor vekolînên jiyolojî, ti deman ew erdehj naghên pleyên wêranker.
Basnews
