Yekîtiya Ewropa bi fermî nûneratiya dîplomatîk li Kurdistanê vedike
Berpirsê nûneratiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya ewropa Dilawer Ajgeyî di daxuyaniyeke çapemeniyê de ji PNA re ragihand, ku Yekîtiya Ewropa biryar daye ku bi şêweyeke fermî nûneratiya dîplomatîk a xwe li Kurdistanê veke û bo evê mebestê jî mijûlî diyarkirina kesekê ye bo wergirtina posta berpirsê nûneratiya Yekîtiya Ewropa li Kurdistanê.
Li gor gotina nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê, ev biryar biryareke giringe ku ji aliyê Yekîtiya Ewropa ve hatiye dan û giringiya Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî, asayiş û aborî ve bo Yekîtiya Ewropa û her 28 dewletên endamên wê yekîtiyê nîşan dide.
Dilawer Ajgeyî herwiha tekez kir, ku biryara vekirina nûneratiya Yekîtiya Ewropa li Hewlêrê, peyameke giringe û nîşan dide ku Ewropa geşe bi peywendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê dide.
