Amerîka dest bi perwerdekirina Hêzên Pêşmerge kir
Berdevkê Pentagonê General John Kirby ji rojnamevanan re ragihand: “Kampa çaremîn ku roja şemiya borî dest bi kar kir, li Hewlêrê ye. Niha dora 100 Pêşmerge di wê kampê de dest bi meşq û rahênanê kirine.”
Amerîka 3 kampên leşkerî yên din li Iraqê vekirine, yek ji wan Kampa Eyn Elesed e li parêzgeha Enbar û herwiha herdu kampên Tacî û Bîsmaye jî ku nêzîkî Bexdayê ne. Di wan kampan de, pisporên leşkerî yên amerîkî leşkerên Iraqê û çekdarên eşîrên sunî rahênan dikin da ku li hember çekdarên DAIŞê şer bikin.
General Kirby dibêje, kampa Hewlêrê karekî zêdetir dixwaze: “Li wê kampê hêj karê avakirinê pêwîst e.”
Derbarê hejmara wan leşkerên iraqî û wan Pêşmergeyên ku tên rahênankirin, Kirby ragihand: “Niha eger em wan 100 Pêşmergeyên vê dawiyê jî hesêb bikin, wê demê 3600 leşker û Pêşmerge tên rahênankirin. Dora 600 leşkerî li Kampa Elesed û 1600 li Kampa Tacî û 1300 li Kampa Bîsmaya ne û 100 Pêşmerge jî li Hewlêrê ne. Îro dest bi rahênanê kirine.”
General Kirby pêşbînî dike ku hêzên hevpeyman ên din jî rahêneran bişînin da hevkariya hêzên ewlekariyê yên Iraqê bikin:
“Çend astên cuda yên artêşa Amerîkayê li van kampan hene da ku hêzên Iraqê rahênan bikin. Herwiha dixwazim bînim zimên ku em pêşbînî dikin hinek aliyên din ên hevpeyman hevkariya me di warê rahênanê de bikin.”
Li gorî gotina Kirby, 12 tabûrên leşkerî yên Iraqê û Hêzên Pêşmerge tên perwerdekirin û dibin hêza kartêker. Di demekê de ku artêşa Iraqê li parêzgeha Enbarê şerê çekdarên DAIŞê dike, Hêzên Pêşmerge karîbûn li dorhêla Mûsilê çekdarên DAIŞê bi paş de bibin.
Heftiya borî hêzên Pêşmerge nêzîka 450 kîlometran li rojavayê Mûsilê ji çekdarên DAIŞê rizgar kirin û nêzîka 200 çekdarên DAIŞê kuştin. Pentagon li kartêkirina Hêzên Pêşmerge li hember çekdarên DAIŞê mikur hat.
Kirby got: “Bêguman ew destkeft her çiqasî biçûk in jî, li gorî firehiya navçeyên ku di bin destê çekdarên DAIŞê de ne, lê belê ev destkeft tenê bi riya hêzeke kartêker a bejayî tên kirin.”
John Kirby wiha domand: “Mebesta min, hêza navxweyî ya li ser erdê ye û bêguman bi hevkariya hêza me ya asmanî. Ev hemû ne tenê bi riya êrişên asmanî pêk hatin, lê destkeft bi riya hevahengiyeke baş bi hêzên bejayî re, ango hêzên kurdî, hatin bidestxistin.”
Kirby herwiha got ku DAIŞê 55 hezar kîlometr kontrol kiriye, lê nêzîkî 700 kîlometran ji DAIŞê hatin standin û piraniya wan navçeyan ji hêla hêzên kurdî hatin rizgarkirin.
Rudaw
