• Tuesday, 17 February 2026
logo

Gundê Salih Mislim hat azadkirin

Gulan Media January 28, 2015 Nûçe
Gundê Salih Mislim hat azadkirin
Hêzên Kurdî berdewamin di pêşdeçûna xwe de li bajarê Kobanê, berî bîstekê jî çekdarên DAIŞê ji gundê Şêranê derkirin.

Piştî azadkirina bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, niha hêzên Kurdî dest bi azadkirina gundewarên wê herêmê kirine, berî bîstekê jî gundê Şêranê ji çekdarên DAIŞê hat paqijkirin.

Çavkaniyeke taybet ji nava bajarê Kobanê ji BasNewsê re ragihan ku, şervanên Kurd bi piştgiriya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karîn gundê Şêran ji dest çekdarên DAIŞê derbixin.

Gunde Şêran, ku mezintirîn gundên Kobanê ye û dikeve rojhilata wî bajarî, gundekî dîrokî yê kevnare û bi her du şêrên xwe yên şûnwarî navdare, navê wê jî ji her du şêran hatiye. Ew gund jî zêya Hevseokê Partiya Yekêtiya Demokratîk PYD Salih Mislim e.

Ji aliyek din ve, çavkaniyeke meydanî ji bajarê Kobanê bi peyamnêrê BasNewsê li wî bajarî ragihand ku “Hêzên Kurdî gundên Şêran, Erslan Taş (Rojhilatê Koban), Kulmet û Baxê Sêran (Başûrê Kobanê) bi temamî kontrol kirin.”

Li gor wê çavkaniyê, ziyaneke mirovî ya mezin gehişte çekdarên DAIŞê ji encama guleyên şervanên Kurd û topbaran Hêzên Pêşmerge di azadkirina wan gundan de.

Li başûrê Kobanê jî, şer û pevçûn ji bo azadkirina gundê Yidî Qwî berdewamin, lê li eniya rojavayê Kobanê rewş aram e, heta dema amadekirina vê nûçeyê.

Piştî 133`ê rojan ji dagîrkirina bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê rêxisitna radîkal a DAIŞ`ê ve, roja Duşemê 26-1-1025`an şervanên Kurd û bi piştgiriya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û bi alîkariya firokeyên şerên hevpeymanan karîbûn wî bajarî ji çekdarên DAIŞ`ê paqijbikin.

Basnews
Top