• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Tirkiyeyê nîne

Gulan Media January 28, 2015 Nûçe
Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Tirkiyeyê nîne
Ev 24 sal in ku bi awayekî nefermî nûneratiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li welatê Tirkiyeyê heye, lê heta niha nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li wî welatî nîne.

Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li 14 welatên cîhanê heye, lê tevî ku Tirkiye welatekî cîran e û 331 km sînor di navbera wan de heye, lê heta niha nûneratiya Kurdistanê li wir nehatiye vekirin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji Rûdawê re got: “Heta niha ne me daxwaz kiriye û ne jî wî welatî daxwaza wê yekê kiriye, lê di dema dawî de bi awayekî nefermî danûstandin li ser vekirina nûneratiya Kurdistanê li wî welatî hatine kirin.”

Sefîn Dizeyî wiha domand: “Niha rewşa Tirkiyeyê hatiye guhertin, lewma em çaverê dikin ku di demeke nêzîk de nûneratiya me l wî welatî jî were vekirin.”

Hikûmeta Tirkiyeyê ku ji sala 2002an ve konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekiriye, amade ye ku nûneratiya Kurdistanê li welatê xwe veke.

Şêwirmendê siyasî yê Serokwezîrê Tirkiyeyê Etyen Mehcûpyan ji Rûdawê re got: “Vekirina wê nûneratiyê pir girîng e, lê pêwîst e di serî de Hikûmeta Iraqê li ser vekirina wê razî bibe, ji ber ku em bi xwe razî ne.”

Rudaw
Top