• Tuesday, 17 February 2026
logo

Erdogan: Statûya li bakurê Sûriyê dê bibe sedema pirsgirêkan

Gulan Media January 27, 2015 Nûçe
Erdogan: Statûya li bakurê Sûriyê dê bibe sedema pirsgirêkan
Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan di derbarê rizgarkirina Kobanî de wiha got: “Piştî Bakurê Iraqê (mebesta wî Başûre Kurdistanê ye) em naxwazin Bakurê Sûriyê jî (Rojavayê Kurdistanê) be avakirin. Ne mimkûn e em vê yekê pesend bikin.”

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî serdana Afrîkayê di balefire de pirsên rojnamevanan bersivand û got ku politikaya Tirkiyeyê di derbarê Sûriyê de zelal e û dê ti guhertina li polîtikaya xwe neke.

Erdogan bûyerên li herêmê nirxand û wiha got:

“Em Iraqek nû naxwazin. Ev çi ye? Bakurê Iraqê. Piştî wê jî avakirina Bakurê Sûriyê! Ne mimkûn e em vê yekê pesend bikin. Em dizanîn ku barê me girana lê divê em helwesta xwe biparêzin. Heger em venekin dê piştî Bakurê Iraqê li wê derê Bakurê Sûriyeyê jî bê avakirin. Ev gavên pêş de dê bibin sedema pirsgirêkên mezin.”

Erdogan anî ziman hevpeymaniya navdewletî giringiyê nade Helebê û wî ew mijar li gel Serokê Amerîkayê Barack Obama jî gotêbêj kiriye û wiha domand:

“Min ji Obama re wiha got ‘Çima Kobanî ji bo we ew qasî stratejîke?’ Wî jî ji me re got ku got ‘Heger DAIŞ lê wê derê serbikeve dê bibêje min hêzên hevpemaniaya navdewletî têkbir.’ Ji Kobanî nêzîkî 200 hezar kesî derbasî aliyê me bûn. Her wiha me gotibû bombeyan bi balafiran ne avêjin wê derê lê guhdare me nekirin û nivê cebilxaneyan ket di destê DAIŞê de.”

Erdogan daxuyandin ku Heleb ji bo girîng e û wiha got: “Rejîma Sûriyê bajarê Helebl bombebaran dike. Li wê derê mîlyon û 200 hezar kes hene, dîrokek, çandik kevnar heye. Ez hêvî dikim ku Amîrika rewşê dê ji nû ve binirxîne.”

Rudaw
Top