• Tuesday, 17 February 2026
logo

Qendîlê peyama Ocalan piştguh xistiye

Gulan Media January 27, 2015 Nûçe
Qendîlê peyama Ocalan piştguh xistiye
Çend profesor û çalakvanên siyasî yên Kurd radighînin ku, Qendîlê wek pêwsît bersiva peyama Ocalan derbarê aştiyê de nedaye, proseya aştiyê jî li Bakurê Kurdistanê wek pêwîst ji aliyê part û aliyên siyasî yên nav hevkêşeya siyasî piştgirî lê nehatiye kirin, ji aliyê hikûmeta Tirkiye ve jî kêmasî hebûn, lewam sistî di proseyê de diyar dibe.

Duh, 26ê Çile, li panela Peymangeha Rojhilata Navîn a Lêkolînan (MERI) li Hewlêrê, li ser peywendiyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê,profesor û nivîskarê navdar ê Bakurê Kurdistanê Meeûd Yêgen diyar kir ku, Qendîlê wek pêwîst bersiva erênî bo bangewaziya aştiyê ji aliyê Ebdulla Ocalan ve nedaye, guman heye jî ku di bin bandora jin hêzên herêmî de, ew bersivdan dereng bikevin û xav bibin.

Mesûd Yêgen got ku “Berovajî ku medyaya navdewletî behis kiriye, Tirkiye alîkariya Kobanê û Şingalê kiriye”, derbarê çûna Pêşmergeyan bo Kobanê jî got: “Dema ku Tirkiye rê bi Pêşmergeyan da ku biçine Kobanê, wê demê pirast kir ku baweriya wê bi proseya aştiyê heye.”

Ji aliyê xwe ve Şêwirmendê Serokwezîrê Tirkiye Hatim Eta derbarê heman pirsê de got: “Pêwîstiya me bi çareseriyeke aktîv û praktîkî heye, ji bo pêşvebirina pêngavan di çarçoveya proseya aştiyê de navbera Tirkiye û Kurdan”, tekez jî kir ku “Ocalan hewil daye ku operasyonên leşkerî yên PKKê rabigre.”

Di heman panela MEIR de, Berpirsê Odeya Peywendiyan yê Tevgera Goranê Şoreş Hacî ragihand ku “Em naxwazin ku aliyên din, peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistan û Tikriye têk bidin.”

Derdarê alîkariyên Tirkiye de bo Hêzên Pêşmerge, dema êrîşa DAIŞê bo ser Herêma Kurdistanê Şoreş Hacî got: “Em destxweşiyê li alîkariyên Tirkiye dikin, lê bi beramberkirina ligel welaên din wek Australya û Kanada, pêwîst bû Tirkiye bêhtir bikira ji bo rûbirûbûna DAIŞê.”

Li di heman demê de Şoreş Hacî rexne li siyaseta Enqere beramber Kurdên Bakurê Kurdistanê girt û ragihand ku “Niha sedsala 21em e û binpêkirina mafên nêzîk 20 milyon kes dijî mirovatiyê ye. Peywendiyên bihêz ên vê dawiyê navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye de di metirsiyê de ne, ji ber babetên, pirsa Kurd li Tirkiye û şerê DAIŞê.”

Basnews
Top