Îmaratê geştên xwe bo Iraqê rawestand lê bo Kurdistanê na
Hêla asmanî ya Îmaratê di daxuyaniyekê de ragihand: “Ji ber gulebarana ku li balafira Fly Dubai li Iraqê hat kirin, me geştên xwe bi Iraqê rawestandin.”
Rêvebera Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî Telar Fayîq ji Rûdawê re ragihand: “Wek Herêma Kurdistanê, haya me ji wê yekê nîne û heta niha bi fermî ev biryar negihîştiye me û heta niha jî ew geşte berdewam dikin.”
Rêveberê Balafirgeha Silêmaniyê ya Navdewletî jî ji Rûdawê re got: “Heta niha ew birîyar negihîştiye me jî.”
Tê zanîn ku duhî li balafireke Fly Dubai ya îmaratî li Balafirgeha Bexdayê ya Navdewletî bi çekên sivik hat gulebarankirin û di encamê de 2 rêwiyên wê balafirê birîndar bûn. Herwiha gule li bedena balafirê jî ketin.
Rudaw
