Pentagon: Em nikarin bêjin Kobanî bi temamî hatiye standin
Bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, ku zêdetirî 4 mehan bû bibû meydana şerekî giran di navbera hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê de, îro bi temamî ji DAIŞê hat standin.
Pentagon bi îhtiyat nêzîkî rizgariya Kobanî û ragihand, ew vê gavê nikarin vê yekê piştrast bikin.
Berdevkê Pentagonê General Steve Warren li ser rizgariya Kobanî wiha got: “Ez nikarim bêjin li wir şer xilas bûye lê ez vê dizanin ku hêzên dost li wir serdest in.”
Warren her wiha got, têkoşîna Kobanî hîn xilas nebûye.
Rudaw
