• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şêwirmendê Davutoglu: Ocalan û PKK soz dan

Gulan Media January 26, 2015 Nûçe
Şêwirmendê Davutoglu: Ocalan û PKK soz dan
Hatem Ete ku Şêwirmendê Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ye, îdia kir ku pêvajoya çareseriyê bi soza “PKK û HDPê statuyê naxwaze” dest pê kir.

Îro li Hewlêrê forumek bi navê “Tirkiye, Kurd û Rêvebirya Herêma Kurdistanê: Di herêmek teşqelê de hevkairyek bihêzkirî” hat li dar xistin.

Hatem Ete li foruma di bin rêvebiriya Galip Dalay de wiha got: “Pêvajoya çareseriyê bi soza Abdullah Ocalan a ‘Di dawiya pêvajoya de PKK û HDP dê statuyê nexwazin’ dest pê kir.”

Ete diyar kir ku, armanceke a pêvajoya çareseriyê dest ji çekanberdan e û herwiha dewlet û Ocalan jî li hev kirine.

Ete got ku pêvajoya Osloyê ji ber ku Qendîlê li ser mijara xweseriyê zêde îsrar kir, dawî bû.

Ete anî ziman ku bûyerên li Cizîrê û yên 6-7ê Cotmeha sala borî ji bo Kobanî derketin didin suyandin ku di mijara pêvajoyê de teredutên PKK hene.

Hatim Ete wiha got: “Tê gotin ku bila desteya çavderiyê bê avakirin. Baş e, ew desteyê çavderiya çi bike? Heger ew destê çavderiya PKKê ku ji sînorê Tirkiyeyê derbikeve bike, dê wê demê watedar bibe.”

Rudaw
Top