• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pêşmerge li Kerkûkê xwe amade dike

Gulan Media January 26, 2015 Nûçe
Pêşmerge li Kerkûkê xwe amade dike
Çavê Hêzên Pêşmerge li rizgarkirina navçeyên Hewîce û Hemrîn yên Kerkûkê ye, ku niha di destê çekdarên DAIŞê de ne, da ku çeperên xwê yên dawî li wir dinin.

Li gor agahiyên Rûdawê, DAIŞê çekdarên xwe yên biyanî ji eniya şer ji wê deverê veguhestiye bo eniyên din û berpirsên Pêşmerge jî behsa lawazbûna DAIŞ li Kerkûkê dikin, ew jî ji ber lêdanên ku li Zûmar û guwêrê bi destê Hêzên Pêşmerge xwarine.

Çeperên DAIŞê 30 km dûrî Kerkûkê ne. Hêzên Pêşmerge jî li sînorên Kerkûkê dixwazin di ser piran re biçin aliyê din, da ku çekdarên DAIŞê ji wan deveran dûr bixin, bi awayekî ku careke din nebin metirsî li ser kerkûkê.

Pêşmergeyên wê deverê dibêjin ku, kontrolkirina navçeyên bi destê DAIŞê hêsan e, ji ber ku çekên giran li wir ketine destê wan de.

Hewl hene ku milîsên şîeyan jî tevlî operasyona Pêşmerge bibin, lê Hêzên Pêşmerge dibêjin baweriya me bi ti hêzeke din nîne û em qebûl nakin ku ti hêzek din were sînorê Kerkûkê.

Çekdarên DAIŞê bi sedan êriş kirine ser çeperên Pêşmerge, lê hemû êrişên wan hatine têk birin û bi tundî lêdan xwarin e, lewma niha Pêşmerge dixwaze çepera xwe ya dawî bibe Hewîce û Hemrîn ku sînorê dawî yê Kurdistanê ne.

Rudaw
Top