Îranê 7 girtî darvekirin
Komeleya Çalakvanên Mafên Mirofan li Îranê nûçeyek belavkir ku, tuhmeta wan girtiyan bikaranîn û bazirganîkirin bi madeyên hişbir bû û hikûmetê tenê navê 2 kesan Hisên Heyderî Zade û Xwesrew Rustemî ji ên hatinî darvekirin ragihandiye.
Li gor zanyariyên çalakvanên Mafên Mirovan li Îranê, Îran piraniya nav û nasnameyên darvekirî belav nake û ev yek jî bo veşartina darvekirina çalakvanên siyasî û yên sivîl vedigere.
Heman çavkanî aşkere jî kir ku, roja Şemî 24-1-2015`an 5 girtiyên din bi navên Mihedî Reîsî, Mensûr Bêhirûzî, Mihemed Şehreyarî, Îbrahîm Îbrahîmî û Rehmet Muxtarî, li girtîgeha Şehabî Kirman bo bicihkirina cezaya wan şandine odeyên take kesî.
Ji destpêka îsal ve û heta niha, nêzîkî 100 kesî li Îranê hatine darvekirin ku, 10 kes ji wan welatiyên Kurdbûn.
Basnews
