Serok Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Fermandeyiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê kir
Di hevdîtinê de Fermandeyê Fermandeyiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir ku ji bo serkeftinên vê dawiyê ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li bereyên rûbirûbûna terorîstan û rola yekalîkerê Serok Barzanî li mîsogerkirina wan serkeftinan bilind nirxand û pêzanînên xwe yên ji bo amadebûna Serok Barzanî li bereyan û serkirdayetîkirina şerê dijî bi terorîstên Da'îş de pêşkêş kir. Her wiha serxweşiyê li kesukarê wan Pêşmergeyên qehreman kir ku azayane canê xwe gorî kirine û şehîd bûne û ragihand hemû aliyek birêz ve temaşa serkeftina Pêşmerge û rola Serok Barzanî dike. Fermandeyê Fermandeyiya Navendî ya Hêzên Amerîka ji bilî balkişandina pêşveçûna radeya hemahengî û karê hevbeşê di navbera Pêşmerge û hêzên hevpeymanan balkişand li ser wê yekê ku ew hemahengî encameke xwe ya gelek baş hebûye û eve jî dûpatkir ku welatê wan berdewam dibê li palpiştîkirina hêzên Pêşmerge.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û ji bilî balkişandina li ser hemahengiya di navbera Pêşmerge û hêzên hevpeyman eve jî xisterû ku ew hemahengî serkeftineke mezin pêkaniye û pêwîste ew serkeftin berfirehtir bê kirin. Her wiha eve jî behskir ku li vê şerê da Kurdistan qehremanên Pêşmerge û fermandeyên mezin ji dest daye, lê belê bergirîkirina li keramet û doza rewaya gelê me qurbanî û bac jî divê.
Her li vê hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan û pêdiviyên hêzên Pêşmerge û her wiha rewşa bajarê Musilê xistin ber behs û guftûgoyan.
Hêjayî gotinêye ku li vê kombûnê da Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangehê Peywendiyên Derveyê Hikûmetê û Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmerge û Ce'fer Şêx Mistefa û Ferîq Şêrwan Abdulrehman û Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn.
