Hikûmeta Kurdistanê kuştina hevwelatiyê japonî şermezar dike
Em bi dijwarî kuştina hevwelatiyê japonî (Harona Yukawa) bi destê terorîstên DAÎŞ şermezar dikin ku, di meha tebaxa sala borî de li Suriyê ji aliyê wê rêxistina terorîst ve hatibû revandin.
Ev reftara hovane û nemirovaneya DAÎŞê careke din îspat dike ku, metirsiya van terorîstan bê tixûbe û regez, ol, netewe û tu welatan nas nake, ew dijminên serhişkên cîhan, şaristanî û mirovatiyê ne, ji ber hindê jî divê civaka navdewletî bi cidîtir û bi yekdest, di hemû waran de, ji bo binbirkirin û jinavbirina vê metirsya mezin bi hev re kar bikin.
Bi navê hikûmet û gelê herêma Kurdistanê, sersaxiyê li malbata (Harona Yukawa) û hikûmet û gelê japonî dikin, di heman demê de hêvîdarîn hevwelatiyê japonî (Kîncî Gotu) ku ew jî di destê terorîstên DAÎŞ de ye, bi zûtirîn dem bê azad kirin û ji gefên kuştê rizgar bibe.
Civata wezîrên herêma Kurdistanê
25.01.2015
