• Tuesday, 17 February 2026
logo

Mela Kirêkar hat berdan lê YNKê ‘diranê xwe lê tûj kiriye!’

Gulan Media January 25, 2015 Nûçe
Mela Kirêkar hat berdan lê YNKê ‘diranê xwe lê tûj kiriye!’
Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre ragihand, divê saziyên ewlehiyê yên Başûrê Kurdistanê li ser vegera emîrê berê yê rêxistina Ensar El Îslam Mela Kirêkar bidin.

Necmedîn Ferec ku navê wî yê din Mela Kirêkar e û emîrê berê yê rêxistina Ensar El Îslamê bû û li paytexta Norveçê, Oslo, hatibû girtin, îro hat berdan, dema hat berdan jî erd maç kir!

Ji ber ku bi salan di navbera YNK û Ensar El Îslamê de şer hebû, YNK naxwaze Mela Kirêkar vegere Başûrê Kurdistanê.

Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê çi biryarekî li ser vê yekê bidin emê jî qebûl bikin.

Li ser berdana Mela Kirêkar jî Pîre got, ew girêdayî qanûn û hikûmeta Norveçê ye.

Ji aliyekî din, Komela Îslamî ya Kurdistanê ragihand, eger Mela Kirêkar vegere Kurdistanê ew hazir in wî tevlî refên xwe bikin.

Her wiha hat gotin ku birayê Mela Kirêkar, Xalid Rencder jî bi rayedarên PDKê re hevdîtin kiriye û ji wan xwestiye, ji bo vegera Mela Kirêkar alîkariya wî bikin.

Emîrê berê yê rêxistina radîkal a Ensar El Îslamê, Mela Kirêkar roja 23ê Adara 2012an ji aliyê dadgeheke Norveçê ve li bajarê Osloyê bi tohmeta wê yekê ku gefa kuştinê li Serokwezîra niha ya Norveçê Erna Solberg bi 5 sal cezayê girtinê mehkûm kiribû.

Lê piştî ku parêzerên Mela Kirêkar bertek nîşanî biryara dadgehê dan, cezayê wî daket 2 sal û 10 mehan.

Yek ji tohmetên din ên ku Mela Kirêkar pê dihat darizandin, endamtiya rêxistineke radîkal bû.

Sala 2004ê 3 endamên rêxistina Ensar El Îslamê ji aliyê Polîsê Almanyayê ve bi tohmeta ku dixwestin serokwezîrê wê demê yê Iraqê Eyad Ellawî bikujin, hatin girtin, ev jî bû sedema wê ku Polîsê Almanya lêpirsînê li Mela Kirêkar bike.

Jiyana Mela Kirêkar

Navê rast ê Mela Kirêkar, Necmedîn Ferec e û sala 1956ê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Kesekî berçav e di nav bizava îslamî ya Başûrê Kurdistanê de. Emîrê berê yê rêxistina radîkal-selefî ya kurdî ya bi navê Ensar El Îslamê bûye û heta niha çend pirtûk jî nivîsiye.

Mela Kirêkar sala 1992ê ji aliyê Norveçê ve wek penaber hatiye qebûlkirine. Sala 1994ê Ensar El Îslam ava kir. Xebatên wî sala 2002 li Norveçê tên deşîfrekirin ji ber wê jî daxwaza dersînorkirina wî tê kirin. Sala 2004ê tê girtin û piştî 6 mehan tê berdan. Sala 2006ê navê Mela Kirêkar û rêxistina wî dikeve nav lîsteya terorê ya Amerîka û Encumena Asayişê ya Navdewletî.

Sala 2010ê, Mela Kirêkar li Norveçê rastî êrişa çekdarî tê lê tenê kesê ku pê re ye birîndar dibe û ew jî rizgar dibe.

Rudaw
Top