Angelina Jolie li Kurdistanê ye
Hatina vê carê ya Angelina Jolie bo Kurdistanê dûrî ragihandinê bû, lê biryar e ku îro danê êvarê li Dihokê civîneke çapemeniyê lidar bixe.
Jolie Nûnera taybet a Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ye û meha Îlonê ya sala 2012an jî hat Kurdistanê, ew jî bo dîtina penaberên Rojavayê Kurdistanê, lê piştî ku vegeriya Amerîkayê ragihand ku ji ber berpirsan û dezgehên ewlehiyê derfeta wê gellekî nebû ku baş penaberan bibîne, lewam hatina wê ya vê carê dûrî ragihandinê bû.
Rudaw
