Wankê ji mînan tê paqijkirin
Berpirsekî sînorê bajarokê Wankê ragihand ku, sibe, Duşemê, proseya paqijkirina mînên çandî ji nava bajarokê Wankê wê destpê bike.
Berpirsê komîteya navçeyî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Wankê, Seyid Muslim ji BasNewsê re got: “Piştî ku di hefteya borî de, Pêşmergeyan bo kontrolkirina bajarokê Wankê û çend gundên Zumarê dest bi êrîşan kiribûn û ew navçane kontrolkirin, heta niha xelk venegerîne cih û warên xwe û niha amadekarî temamkirine û sibe Duşemê 26-1-2015`an tîma Endazeya Hilkirin û Danîna Mînan ya ser bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, wê proseya paqijkirina mînên çandî yên çekdarên DAIŞ`ê li bajarokê Wankê dest pêbikin.”
Muslim got jî:“ Piştî rizgarkirina Wankê, me rê nedaye ku xelkê wî bajarokî vegerin, çûnkî em naxwazin wek sînorê Zumarê xelk şehîd bibin, lewma heta paqijkirina wî bajarokê bi temamî wê xelk venegere, çûnkî hevşêweyê Zumarê bi hezaran mînên çandî li bajarokê Wankê hene.”
Roja 21ê Çile, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dest bi operasyona azadkirina Wankê kirin, operasyon jî bi serkeftî bidawî hat û Hêzên Pêşmerge karîn 480 kîlometrê çarkoşe li wê deverê ji dest çekdarên DAIŞê derbixin.
Basnews
