'Em li ser axa xwe rastî mûameleya koleyan hatin'
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş got, "Em li ser axa xwe rastî mûameleya koleyan hatin" û dîyarkir kû ew dixwazin desthilatiya demokratîk a gelan ava bikin.
Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş di derbarê pêvajoyê de axivî. Demîrtaş diyar kir ku ew neçar in pirsgirêkên hemû bindestan bi hev re çareser bikin û got: “Di dirêjahiya dîrokê de hema bêje ti kes û derdorên zilm nedîtine tine ye. Em li ser axa xwe rastî mûameleya koleyan hatin.”
Demîrtaş da zanîn ku ew ê bi projeyên gelperest xebatên hilbijartinê bidin destpêkirin û got: “Çarenûsa vî gelî li ser esasê hejariyê nayê damezrandin. Me dît ku yên dengên vî gelî digirin û li koçikan seltenat dimeşînin nikarin vî gelî bi rê ve bibin. Em êdî naxwazin bibin muxalefet, em dixwazin desthilatiya gelan a demokratîk ava bikin. Ger em bawer bikin em ê hemû bendan hilweşînin."
Demîrtaş bibîr xist ku ji ber mirina Qiralê Erebîstana Siûdî Qiral Ebdullah li Tirkiyeyê rojek şîn hatiye îlankirin û nerazîbûn nîşanî vê yekê da. Demîrtaş got: “Biborîne dibe ku ew qralê te be, lê ne qralê me ye. Em wî qralî jî nas nakin. Gelo çima serokwezîr şîn îlan dike? Li vî welatî her roj zarok tên kuştin, li Roboskî zarok hatin qetilkirin. We ji bo malbatên wan zarokan sersaxî jî nexwestin.”
Xendan
