Hevserokê PYDê li Moskovê ye
Biryar e, rojên 26-27-28 Çile hevdîtinên di navbera rejîm û dijbereya Sûriyê de bi navê (Forum Moskovê) li wî bajêrî pêk bên.
Hevserokê PYDê Salih Mislim, bi mebesta tevlîbûna wan danûstandinên derbarê kirîza Sûriyê û di bin serperiştiya Rûsyayê de, duhî gihîşt Moskovê.
Moskovê 8 endamên Îtîlafa Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê wek kesayetî vexwandine Forum Moskovê, lê Îtîlafê û wan kesan biryar dane ku tevlî wan danûstandinan nebin.
Lê biryar e ku, Hikûmeta Sûriyê û kesayetiyên Desteya Hevahengiyê yên li hindirê Sûriyê di Forum Moskovê beşdar bin.
Beriya niha, Endamê Îtîlafê Ebdulbasit Seyda, ku ew yek ji wan kesayetiyên vexwendî ye, ji Rûdawê re ragihandibû ku ew li Foruma Moskowyê amade nabin.
Ebdulbasit Seyda wiha gotibû: “Me 5 kesayetiyên ku pêşî hatibûn vexwendin, roja 16ê Çile nameyeke hevbeş ji wezareta derve ya Rûsyayê re şand. Me tê de lêborîn derbarê neamadebûna xwe nîşan da.
Seyda wiha domand: "Herwiha me dît ku dem û rewş ne guncaw in ku em amade bibin, lê bi van mercan û bi neamadebûna Îtîlafê ez guman dikim ku Foruma Moskovê serketineke berçav nabîne.”
Herwiha Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi fermî biryar daye ku tevlî Forum Moskovê nebe.
Rudaw
