Şervanekî YPGê: Mizgîniya mezin ev e ku em hêzên kurdî bûne yek
Hevkariya di navbera hêzên hevbeş de ji YPGê, YPJê, Pêşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Azad pêk tê, berdewam dibe.
Piştî 4 rojan ji hatina yekîneya sêyemîn ya pêşmergeyên Kurdistanê, Kaşê Miştenûr û di pişt re gundên Termik û Memîtê û hin taxên din li Kobanî ji DAIŞê hatin rizgar kirin.
Efserekî Pêşmerge li Kobanî Neqîb Rêzgar Şêrwanî wiha got: “Bi piştevaniya Pêşmergeyan, hêzên kurdî karîbûn Kaşê Miştenûr û derdora çargoşeya ewlekarî kontrol bikin, êdî metirsî li ser Kobanî nemaye û em amedene ji her êrişekê re li ser DAIŞê.”
Şervanên YPGê, Pêşmergeyên Kurdistanê wekî biran ji xwe re dibînin û ew di wê baweriyê de ne, ku piştî hevkariya di navbera hêzên kurdî de, êdî tirs li ser Kobanî nemaye û dê di demeke nêzîk de bi temamî ji DAIŞê were rizgarkirin.
Şervanekî YPGê jî li Bajarê Kobanî wiha got: Em û birayên xwe, me li vir mil daye milê hev û em şerê DAIŞê dikin, mizgîniya mezin ji bo gelê me eve ku em hêzên kurdî bûn yek û ya duduyan jî ev pêşketinên vê dawiyê çê dibin e. Hêvî ew e ku miletê me vegere û emê tev bi hev re bijîn.”
Fermandarê Artêşa Azad li Kobanî Eqîd Ebdulcebar Igêdî dibêje ku helwesta Herêma Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya şoreşa Sûriyê helwesteke dîrokî ye.
Ebdulcebar herwiha got ku rola Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de li Kobanî roleke nirx bilinde û wiha domand:
“Destpêkê em bi xêr hatina pêşmergeya li Sûriyê dikin, biraderên me yên ji hêzên Pêşmerge mîvanên hêjane. Ew ji herêma Kurdistanê hatin herêma Kobanî ji bo piştgiriya me, bi rastî ev gaveke hêja û pîroz e. Hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê û şoreşa Sûriyê de li dijî hemî cureyên terorê, dê di dîrokê de were nivîsandin.”
Hêzên ku li herêma Kobanî şerê rêxistina DAIŞê di bin sîwana hevpeymaniya navdewletî de dikin, hêzên kurd, YPGê, YPJê, Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Artêşa Azadin.
Ger ku tevahiya bajarê Kobanî ji aliyê hêzên hevbeş ve ji YPGê, YPJê, Pêşmerge û Artêşa Azad û bi piştevaniya balefirên şer yên hevpeymaniya navdewletî were rizgar kirin jî, şer ranawest e. Hêzên hevbeş dê şer li dijî rêxisitina DAIŞê li gundewarên herêma Kobanî jî bidomînin.
Rudaw
