Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya hevjîna Kak Mistefayê Qazî
Birayê birêz Kak Mistefayê Qazî û malbata rêzdar Qazî li Mehabad
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Kubira Xanima Qazî, hevjîna Kak Mistefayê Qazî û dayika Şehîd Elî Qazî gihîşt me.
Bi vê xemgîniyê ve pirse û serxweşiya xwe bi we yê birêz û malbata we ya têkoşer û hemû xizm û kesukar û xelkê nîştîmanperwerê bajarê Mehabad radigihînim û beşdarê xema we me.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bibe ber dilovaniya xwe û dilnewayî û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24.01.2015
