• Tuesday, 17 February 2026
logo

Encumena Asayişa Kurdistanê: Êdî çekdarên DAIŞê ji eniya şer direvin

Gulan Media January 24, 2015 Nûçe
Encumena Asayişa Kurdistanê: Êdî çekdarên DAIŞê ji eniya şer direvin
Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku di şer û topbarana çekdarên DAIŞê de gellek çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin ku di nav wan de 4 emîr jî hene.

Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê, duh di daxuyaniyekê de ragihand, îro li eniya rojhilatê Dîcleyê hêzên Pêşmerge bi tundî çeper û baregehên DAIŞê dan ber topan û mûşekan ku di encamê de komek çekdar û 4 emîrên DAIŞê hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nav çend rojên borî de derbên giran li DAIŞê ketine ji ber wê jî gellek çekdarên wê ji eniya şer direvin.

Di daxuyaniya Encumena Asayişê de ev agahî hatine dayîn:

*roja (23ê vê mehê) li gundê Hesen Celadê (nêzîkî Mûislê) sê fermandeyên terorîstan hatin kuştin. Navên wan jî wiha ne: Ebû Turab, Ebû Merwan, Ebû Zeyd.

*roja (24ê vê mehê) terorîstê bi navê Salih Casim Mihemed Felah naskirî bi Ebû Malik û terorîstekî din bi navê Ebû Herb ji aliyê balafirên şer ve hatin kuştin. Ev du terorstên mezin pisporên çêkirina bombe û kemerên xwekujiyê bûn.

*duh danê sibê li eniya rojhilatê Dîcleyê, di çarçoveya pêşdeçûnên Pêşmerge de û lêdana baregehên terorîstên DAIŞê, 4 emîrên terorîstan ji aliyê Pêşmerge ve hatin kuştin, navên wan jî wiha ne:

Emîr Ebû Ubêyde (Emmar Bêyt)
Emîr Mişan Fewaz Salih
Emîr Ebdullah Ehmed Mihêdîn
Emîr Ebdulmenem Husên Ehmed

Rudaw
Top