Pêşmerge ji azadkirina Teleferê nêzîkbûne
Çavkaniyek ji Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Zumarê aşkere ku, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di çend rojên borî de pêşdeçûneke berçav pêkanîne û rûbereke berfireh ji çekdarên DAIŞ`ê rizgarkirin û ji rizgarkirina Teleferê jî nêzîkbûne.
Îro Şemiyê 24.01.2015 fermandarê Pêşmerge li eniya Zumarê, Muşîr Berojkî ji BasNewsê re got: “Vê sibê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê gundê Salihiye yê nêzîkî bajarokê Teleferê ji çekdarên DAIŞ`ê paqijkirin û 8 çekdar kuştin û yên din jî reviyan.”
Muşîr Berojkî got jî: “Ji rizgarkirina bajarokê Teleferê nêzîkbûne û bi rizgarkirina wî bajarokî jî, wê bajarê Şinaglê jî rizgar bibe.”
Wê çavkaniyê got jî: “Duh Hêzên Pêşmerge bi giranî pêgehên çekdarên DAIŞ`ê li Mûsilê bombebarankirin û îro jî dest bi bombe barankirina pêgehên DAIŞ`ê li anvîna bajarokê Telefer kirine.”
Got jî: “Ji dema destpêkirina wan êrîşan ve û heta îro, termê bêhtir ji 200 çekdarên DAIŞ`ê veşartine.”
Basnews
