• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Davosê rola pêşmerge hat nirxandin

Gulan Media January 24, 2015 Nûçe
Li Davosê rola pêşmerge hat nirxandin
Cîgirê serokwezîrê Iraqê, Dr. Roj Nûrî Şawês got di Foruma Aborî ya Cîhanê li Davosê de gellekî behsa rola kurdan û pêşmerge hat kirin.

Roj Nûrî Şawês ji Rûdawê re ragihand ku di Foruma Davosê de rayadar û nûnerên dewletên cihanê vê carê bi giranî li ser pirsên siyasî û ewlekariyê sekînin û bi taybet jî li ser mijara teror û metirsiyên DAIŞê.

Cîgirê serokwezîrî Iraqê herwiha got, Rayedarên beşdarî Foruma Davosê bûyin behsa rola Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ji bo Foruma Aborî ya Cîhanê li Davosê hatibû vexwedan lê ji ber şerê li rojavayê Mûsilê û danîna pilana wî şerî, tevlî nebû.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Hisên li Davosê nûnertiya Herêma Kurdistanê kir.

Rudaw
Top