Kerry: Ji sedî 50 yê serkirdeyên DAIŞê hatine kuştin
Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry di konferansekî rojnamevanî de, piştî bidawîhatina civîna welatên endam di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, li Londonê ragihand ku, erkê wan ne tenê ji navbirina DAIŞê ye, lê ew kar dikin ji bo alîkarîkirina qurbaniyên DAIŞê da ku carek din jiyana xwe ava bikin piştî ku DAIŞ jinavbiçe, ve yek jî bi pirseke “Gelekî girîng” da zanîn.
John Kerry amaje bi operasyonên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê kir û ragihand ku “Bi hezaran çekdarên DAIŞê hatine kuştin, ji sedî 50 yê serkirdeyên wê yên herî mezin jî hatine kuştin, tevîç jinavbirina sedan otombîl û alavên leşkerî yên di dest wan de.”
Navborî balkişande ser hewlên çikandina çavkaniyanê dahata darayî ya DAIŞê û got: “Nêzîk 200 dezgehên petrol û xazê yên ku DAIŞê ji bo bidestxistina dahata darayî bikar tanîn hatin jinavbirin. Tevî jinavbirina bêhtir ji hezar pêgehên çekdaran û xalên wan ên pişkinînê li Iraq û Sûriyê.”
Basnews
