• Monday, 16 February 2026
logo

DAIŞ xaza Klorê li dijî Pêşmerge bikartîne

Gulan Media January 24, 2015 Nûçe
DAIŞ xaza Klorê li dijî Pêşmerge bikartîne

Şeva borî di operasyona azadkirina 4 gundan de li sînorê eniya rojavayê Dicle, çekdarên DAIŞê xaza Klorê bikar anîne.

Di vê derbarê efserê artêşa Zêrevanî li eniya rojavayê Dicle, Kameran Hewramî ji BasNewsê re got: “Roja Înê 23.01.2015`an di operasyona Hêzên Pêşmerge de ji bo kontrolkirina gundên Qisûr, Qadisiye, Kesk û Şendoxan, çekdarên DAIŞê bi rêya otombîlekê êrîşî ser Pêşmerge kirine û berya bighêje nava Pêşmerge bi çekê Milan ew otombîl hat teqandin.”

Kameran Hewramî da zanîn ku “Ew otombîl cuda bû, çûnkî ji bilî ku bombekirî bû bi xaza Klorê jî bakiribû, piştî teqandina wê ji ber bandora wê xazê çend Pêşmerge ji hişê xwe ketin û piştre bi rêya tîm tendirustî û pizîşkan re çareseriya pizîşkî bo wan hat kirin.”

Di operasyona êrîşkirina Pêşmerge de bo ser sînorê rojavayê Dicle, bêhtir ji 20 otombêlên DAIŞ`ê ku xwestibûn êrîşî ser Pêşmergeyan bikin bi çekên Milan hatin ji navbirin û ev jî sedemeke dina serkeftinên Pêşmergeye li eniyên şer.

Basnews
Top