• Monday, 16 February 2026
logo

Pêşmerge Telefer dorpêç kir

Gulan Media January 23, 2015 Nûçe
Pêşmerge Telefer dorpêç kir

Hêzên pêşmerge Telefer dor pêç kirin û çend gundên din jî azad kirin.

Fermandarekî hêzên pêşmerge yê bi navê Kamil Herkî ragehand ku duh hêzên pêşmerge di çarçoveya êrîşên xwe yên bo ser terorîstên DIŞIê de, karîne Telefer dorpêç bikin û derbên dijwar li terorîstên DIŞI bidin.

Kamil Herkî herwiha diyar kir ku duh hêzên pêşmerge li devera Teleferê çend gundên din jî ji destê terorîstên DIŞIê azad kirine û tevahiya rêyên hatûçûnê ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatine kontrolkirin û terorîstên DIŞIê nikarin ji Teleferê derkevin.

Herkî tekez li ser vê yekê jî kir ku terorîstên DIŞIê xwestine bi pênc tirimbîlên bombekirî êrîşî hêzên pêşmerge bikin lêbelê ev her pênc tirimbîlên han hatine teqandin.
Top