• Monday, 16 February 2026
logo

Amerîkayê bersiva Barzanî da

Gulan Media January 23, 2015 Nûçe
Amerîkayê bersiva Barzanî da
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Jen Psakî di bersiva Peyamnêrê Rûdawê Namo Ebdullah de li ser nerazîbûna Barzanî li hember Zîrweya Londonê got, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî “nûnerê hemû Iraqê” ye.

Duh li paytexta Îngilistanê, Londonê, welatên endamên hevpeymaniya li djiî DAIŞê civiyan lê Herêma Kurdistanê ji bo wê civînê nehatibû vexwendin. Ji ber wê jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li hember vê yekê nerazîbûn nîşan dabû.

Li ser vê yekê, îro li Washingtonê, Peyamnêrê Rûdawê Namo Ebdullah ev mijar ji Berdeva Wezareta Derve ya Amerîkayê Jen Psakî kir. Psakî destpêkê nexwest bersiva Rûdawê bide lê dema Namo Ebdullah li ser pirsê rijd bû, Jen Psakî hêrs bû û wiha got: “Belê, Heyder Ebadî nûnerê hemû gelê Iraqê ye.”

Barzanî di beşek ji peyama xwe de ku duh hat belavkirin, wiha nerazîbûna xwe nîşanî Civîna Londonê dabû: “Em li bendê bûn her kes hurmeta qehremantiya Pêşmerge û qurbanîdana gelê Kurdistanê bigire û nûnerê Kurdistanê ji bo vê civînê û civînên bi vî rengî vexwînin. Bêguman niha tenê hêzên Pêşmerge bi awayekî yekser şerê terorîzma cîhanî dike.”

Rudaw
Top