• Monday, 16 February 2026
logo

Civata ewlekariya Kurdistanê derbarê kuştiyên DIŞIê de daxuyaniyek weşand

Gulan Media January 23, 2015 Nûçe
Civata ewlekariya Kurdistanê derbarê kuştiyên DIŞIê de daxuyaniyek weşand

Civata ewlekariya Kurdistanê kuştina çendîn serkirdeyên terorîstan ragehand.

Civata ewlekariya Kurdistanê di daxuyaniyekî de kuştina çendîn serkirdeyên terorîstên DIŞIê piştrast kir û ragehand ku di çarçoveya operasiyonên du rojên derbasbûyî de yên ku ji aliyê hêzên pêşmerge ve li mihwerên Dîcle û Başûrê bendava Mûsilê de hatine lidarxistin hijmareke zêde terorîst hatine kuştin û leşê zêdetir ji 200 terorîstan jî di qadên şer de hatine bicîhhêştin.

Em weke civata ewlekariya Kurdistanê eşkere dikin ku piştî wenêrîn û lêkolînên berfire kuştina du serkirdeyên gelek mezin yên terorîstan piştrast dikin ku navê du terorîstên han jî ewe ( Selman Ebû Xase, berpirsê hêzên emî yên xase ên DIŞIê, hevkarê nêzî Ebûbekir Bexdadî, ew terorîst berpirsê kuştina çendîn welatiyan bûye.)
Ebû Siliman ( berpirsê tevahiya dezgehên îdarî yên terorîstên DIŞIê ên li sînorên deşta Neynewayê).

Ji bilî wan terorîstan em weke civata asayîşa Kurdistanê ev yek jî piştrast dikin ku bi tenê li eniya Rojhilatê Dîcleyê de 21 Emîrên din yên terorîstan hatine kuştin ku navên wan terorîstan jî ewin;

Emîr Ebû Ewis, Emîr Ebû Welîd, Emîr Ebû Hemze Mezire, Emîr Ebû Sedire, Emîr Ebû Omer ( Heydar îsnad), Emîr Ebû Qetade ( mihemed Malî), Emîr Hesen Tamarit, Emîr Ebû Fatime, Emîr Hecî Fîter, Emîr Ebû Şakir, Emîr Ebû Zobeyir ( Ebiwat), Emîr Ebû Xedîce, Emîr Mihemed Romadî, Emîr Ensar ( Emîrê Îsnadê), Emîr Ebû Xeze, Emîr Ebûbekir Cezrawî, Emîr Ebû Ayişe, Emîr Ebû Malik, Emîr Salim Ebû Meseb, Emîr Ebû Ebdulah, Emîr Ebû Salih.

Li gorî zaniyariyên di destê me ne hijmareke zêde terorîstên biyanî jî di nava kuştiyên DIŞIê de hene û herwiha bi sedan birîndarên xwe jî ji bo nexweşxaneyên Mûsil û Teleferê weguhastine ku di nava wan de jî bi dehan Emîrên din yên terorîstan hene.
Civata ewlekariya Kurdistanê
23.1.2015
Top