• Monday, 16 February 2026
logo

Şah Ebdilla koça dawî kir

Gulan Media January 23, 2015 Nûçe
Şah Ebdilla koça dawî kir
Îro serê sibehê, şahê Erebistana Siûdiyê, Şah Ebdillayê kurê Ebdilezîz Al Siûd di temenê 91 salî de koça dawî kir.

Koça dawî ya şah Ebdilla di daxuyaniyekê de ji aliyê dîwana şahane ya Siûdiyê ve hat ragihandin ku tê de Mîr Selman kurê Ebdilezîz wek şahê nû yê Erebistanê hat diyarkirin.

Li gor heman daxuyaniyê, Şah Ebdilla ku ev demeke tenduristiya wî têk çûbû li nexweşxaneyê dihat dermankirin, seat 01:00 şevê bi dema Siûdiyê, koça dawî kir û wê îro li mizgefta Îmam Tirkî Kurê Ebdilla li bajarê Riyazê nimêj li ser cenazeyê wî bê kirin.

Ligel belavbûna nûçeya koça dawî ya şah Ebdilla, gellek serkrideyên dinyayê serxweşî li Siûdiyê kirin, ji wan Serokê Amerîka Barack Obama û Serokê Frnasayê Francois Hollande. Herwiha li hin welatên erebî jî şîniya giştî hat ragihandin.

Şah Silêman ku niha bûye şahê Siûdiyê, kurê 25emîn yê damezirênerê Erebistana Siûdiyê, Ebdilezîz e û di sala 1935 de ji dayik bûye.

Rudaw
Top