• Monday, 16 February 2026
logo

Pêşmerge 3 taxên Şingalê bi temamî control kiriye

Gulan Media January 22, 2015 Nûçe
Pêşmerge 3 taxên Şingalê bi temamî control kiriye
Hêzên pêşmerge li navenda qezaya Xaneqînê şerê mal bi mal li dijî terorîstên DAIŞê dikin û fermandeyekê pêşmerge li Şingalê jî amje bi ewê çendê dike ku hêzên pêşmerge 3 taxên bajar bi temamî ji terorîstên DAIŞ paqij kirine.

Behram Erîf Yasîn fermandeyê mêhwera Şingal di hevpeyvînekê de ligel PNA ragihand: ´´li navenda qezaya Şingalê şerê kolan bi kolan nemaye, belku em niha şerê mal bi mal dikin û rojane şer di nava taxên bajarê Şingalê de berdewame, lê heta niha pêşmerge 3 taxên bajarê Şingalê bi temamî control kiriye.´´

Fermande Behram Erîf Yasîn derbarê vekişîna hêzên pêşmerge ji çend cihên nava qezaya Şingalê de jî got:´´ ew cihên ku ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatine kontrolkirin, em paşde nehatine û pêşmerge li hemû cihan, li bermaber terorîstan senger girtiye û bergiriyê ji xaka Kurdistanê dikin.´´
Top