Erdogan: Rêxistinek terorîstî bi navê DAIŞ li ser navê îslamê misilmanan dikuje
Receb Teyib Erdogan ragihand: "Vaye hûn niha lê dinêrin rêxistineke terorê ya bi navê DAIŞê derketiye. Li ser navê Îslamê misilmanan dikuje. Berî her tiştî divê bihê pirsîn ku nerîneke bi vî awayî ji ku distîne? Rêxistineke terorê, ku tiştên di nav Îslamê de nebûyî, dike û bi evî awayî misilmanan dikuje, bi awayekî gelek eşkere û ber çavan tevdigere. "
Di berdewamiya axavtina xwe de Erdogan dibîje: "Vaye li Iraqê ew li holê û eşkere ne. Niha ji sedî 40ê xaka Iraqê ji aliyê van ve hatiye dagirkirin. Di heman demê de li Sûriyeyê jî çalakiyên terorî dikin. Wir jî dîsa bi hezaran mirov hatine kuştin."
Serok komarê Tirkiyê diyar kir ku, li ser cîhana Îslamê operasyonên mezin tên kirin û got: "Mislimanan bi hevdu didin kuştin. Mislimanan berî hevdu didin. Bala xwe bidinê xwîna ku dirije ya mislimanane. Yên ku dikujin jî û yên ku tên kuştin jî her mislimanin."
Erdogan tekezî li ser ewê çendê jî kir: "Terorîst û rêxistinên terorê ti carî nûnerên cîhana Îslamê û misilmanan nînin, berdevkê wan nînin û dê ti carî jî nebin. Çalakiyên ku rêxistinên terorê û terorîstên ku nayê zanîn ka kî ne, ti carî misilmanan re têkildar nînin û peywendiya wan bi welatên Îslamê re nîne."
