• Monday, 16 February 2026
logo

Hûrgilî û encamên operasyona duh a Pêşmerge

Gulan Media January 22, 2015 Nûçe
Hûrgilî û encamên operasyona duh a Pêşmerge

Ofîsa Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê êrîşa duh Çarşemê ya Hêzên Pêşemrgeyên Kurdistanê li rojhilat û rojavayê Mûsilê de belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye: “Demjimêr 07:00 ji sibeha roja 21ê Çileya sala 2015an, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşeke berfireh ji bo azadkirina navçeyeke berfireh li başûrê Bendava Mûsilê encamdan, ji bo azadkirina wê navçeyên ji dest çekdarên rêxistina Dewleta Islamî (DAIŞ).”

Di wê êrîşa ku bi alîkariya firokeyên hevpeymanan hatibû encamdan de 5 hezar Pêşmerge beşdar bûn ji wan hezar Pêşmergeyên xwebexiş bûn.

“Pêşmerge ji çend aliyekî êrîş kirine ser binkeyên DAIŞê, demjimêr 20:00 jî ew operasyona Pêşmerge ji bo azadkirina wan navçeyan bidawî hat, nêzîk 480 kîlometirê çargoşe ji dest çekdarên DAIŞê azadkirin, ew navçe stratejîk bû bi dirêjahiya 40 kîlometirî û kûrbûna 12 kîlometirî.”

Di wê operasyonê de jî, Pêşmerge karîn navçeya Wanikê ji çekdarên DAIŞê paqij bikin, çekdarên DAIŞê jî neçar bûn ku ber bi başûrê rûbara Dicle ve birevin. Bi vê yekê jî gefa DAIŞê li ser Bendava Mûsilê hat jinavbirin.

Piştî kontrolkirina wan navçeyan, Hêzên Pêşmerge dest bi paqijkirina wan navçeyan kirin, ku çekdarên DAIŞê bombe kiribûn, da ku hemû bombeyan bûç bikin. Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di konferansekî rojnamevanî de ragihand ku ew dê rê bi xelkê bidin ku vegerin malên xwe, dema ku Pêşmerge tevaya navçeyê ji bombeyên ku DAIŞê vedane paqij bikin.

Di operasyona duh ya Hêzên Pêşmerge de, çekdarên DAIŞê xwestibû ku 14 kiryarên xwekujî bi rêya otombîlên bombekirî pêk bîne, lê hemû hewlên wê hatin têkbirin, 11 ji wan otombîlên bomberkirî ji aliyê Pêşemrgeyên Kurdistanê ve hatin teqandin berî ku bighin pêgehên Pêşemrgeyan û her 3 yê din jî ji aliyê firokeyên hevpeymanan ve hatibûn armanckirin. Yek ji wan otombîlan jî li nêzîk pêgeheke Pêşemrge hatibû teqandin û di encam de 4 Pêşmerge birîndar bûn.”

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferansê rojnamevanî de tekez kir ku “Ew êrîş ji bo têkdana DAIŞê bû nek ji bo cezakirina xelkê Mûsilê bû, ku ew jî qurbaniyên dest DAIŞê be. Pêşemrge tu kesekî sivîl jî nekuşt.”

Mesrûr Barzanî tekez kir jî ku, Pêşemrge dê berdewam be li ser xistina guvaşê bo ser çekdarên Mûsilê û dorpêçkirina wan li nav bajarê Mûsilê û piştyrast kir ku ”DAIŞ hest bi têhna agir kiriye.”

Basnews
Top