• Monday, 16 February 2026
logo

Serokerkanê Pêşmerge behsa operasyona kontirolkirina Wanikê dike

Gulan Media January 21, 2015 Nûçe
Serokerkanê Pêşmerge behsa operasyona kontirolkirina Wanikê dike

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge amaje bi êrîşa Pêşmerge li Bendava Mûsilê dike û wê êrîşê ji bo pêkanîna çend armancên serekî dide zanîn.

Serê sibeha îro Çarşem 21.01.2015`an, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşeke berfireh bo ser eniya Bendava Mûsilê encamdan û di vê derbarê de, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê general Cemal Mihemed ji Basnewsê re got: “Ew navçe navçeyeke berfirehe ya li rojavayê bendava Mûsilê û ji navçeya Wankê û Cemrud û rêyeke serkî jî di navbera Mûsil û Teleferê de pêktê û kontirolkirina wê navçeyê wê bandoreke pir li ser çekdarên DAIŞ`ê dirust bike, çûnkî piraniya çeka û teqemeniyan di wê rêyê re ji wan re tê.”

Cemal Mihemed got jî: “Pêşmerge li rojavayê Mûsilê di pêşdeçûnê de ne û rêya ku ji Sûriyê tê Teleferê û ji wir jî diçe bo bajarê Mûsilê, di bin kontrola Pêşmergeyan de ye, lewma Pêşmergeyan gelek cihên girîng û stratejîk ku ji çend gund û nahiyeyan pêk tê kontrolkirine.”

Herwiha Serokerkan aşkere jî kir ku, heta niha 13 laşên çekdarên DAIŞ`ê li qada şer mane û çekdarek jî dîlkirine, ji bilî wê jî, firokeyan pêgehên wan topbaran kirine.

Serokerkanê Wezareta Pêşemrge ev yek jî red kir ku nexşeya Pêşmergeyan bo nêzîkbûn ji bajarê Mûsilê be, çûnkî Pêşmerge bi bername pêşde diçe, lê niha Pêşmerge ji başûrê bajarê Mûsilê nêzîkin.

Basnews
Top