• Monday, 16 February 2026
logo

Eşîretên ereban amade ne şerê kurdan bikin

Gulan Media January 21, 2015 Nûçe
Eşîretên ereban amade ne şerê kurdan bikin
Fermandarê artêşa Sûriyê li Hesekê Mihemed Xezûr, ev meheke ku li wî bajêrî hewl dide ku çeperên ewlehiyê yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bide alî, wek çawa yên hêzên Berevaniya Niştîmanî yên Erebî da alî.

Çend jêderekî ji Rûdawê re ragihandin: “YPGê û asayîşa Hesekê ev yek red kirine. “

Ev yek di demekê de ye ku, Mihemed Xezûr beriya niha ragihandibû ku eger rewşa 2 desthilatî (Hikûmeta Sûriyê û YPG) li Hesekê berdewam be, ewê dest ji karê xwe berde.

Jêderekî li Hesekê ji Rûdawê re ragihand: “Sedema şerê vê dawiyê li Hesekê bow ê yekê vedigere, ku hêzên hikûmetê destê xwe danîne ser 4 otomobîlên pir xaz, ku ew otomobîl yên Rêveberiya Xweser bûn, lewma şervanên YPGê jî 20 çekdarên Berevaniya Niştimanî ya Erebî, ku efserekî elewî bi pile Neqîb jî di nav wan de ye, girtine.”

Piştî şikestina hewlên azadkirina wan 20 kesan, topxaneyên hêzên artêşê taxa Gundê Miftî yê bakurê Hesekê ku piraniya xelkê wê kurd in, dan ber bombeyan. Topxaneyên wan li armancên xwe dan û yek ji wan armancan avahiya asayîşê bû.

Piştre şer û pevçûn di navbera wan de derket û şervanên YPGê êriş kirin ser rêya Sebaxê yê bakurê Hesekê û bi gotina şahidekî 2 serbazên sûrî li wir hatin kuştin û di nav wan kuştiyan de yek bi pileya neqîb bû, ku xelkê bajarê Ebû Kemal e.

Heman jêder wiha domand: “Artêşa Sûriyê cadeyên kurdan li taxa Mişêrfayê jî topbaran kir û navendên YPGê û asayîşê kirin armanca xwe û piştre li dibistana Ednan el-Malîkî dan, ku navenda serekî ya asayîşê ye li taxa Gundê Til Hecer e.”

Wî jêderî wiha got: “Herwiha bi topên hawan li taxa Salihiyeyê û Muftî û li bakurê Hesekê jî dan. Ev topbaram di demekê de bûn ku balafirên şer ên artêşa Sûriyê li ser wan deveran difiriyan. Herwiha şer û pevçûn li cade û bazaran û li nêzîkî benzînxaneya Merşo diqewimîn.”

Lê piştre Serokê Dezgeha Îstxbaratê ya Giştî Elî Memlûk û Berpisekî partiya Baisê bi navê Hîlal Hîlal û çend berpirsên din roja duşemê ji Hesehê hatin bajarê Qamişlo û ligel berpirsên YPGê civiyan. Piştî civînê herdu aliyan agirbest ragihandin, lê piştî wî dîsa şer derket û 8 şervanên YPGê şehîd bûn û 10 leşkerên artêşê hatin kuştin, herwiha gellek xelkê sivîl birîndar bûn.

Di encama wan şer û pevçûnan de, YPGê destê xwe danî ser rêya Sebaxê yê bakurê Hesekê û navenda polîsan û Sîloyê ligel navenda dezgeha el-Îmran li taxa Nasiriyê de.

Ji aliyê xwe ve, hêzên artêşa Sûriyê taxa Ezîziye û Desteya Avê û navenda Telayi û taxa Xeşman û nexweşxaneyek li navenda bajêr li tenişt benzînxaneya Merşo û 2 dibistan li Salihiye kontrol kirin.

Xelkê taxên kurdan, Salihiye, Miftî, el-Zahiye, Til Hecer, Xeşman, el-Telayi malên xwe vala dikin û berê xwe didin Qamişlo û Amûdê û Dirbêsiyê.

Hinek jêder tekez dikin ku hijmarek serok eşîretên ereban serdana Fermandarê artêşa Sûriyê li Hesekê Mihemed Xezûr kirine û gotine em amade ne alîkariya artêşê bikin bi 700 xwebexşê, da ku li dijî YPGê şer bikin.

Rudaw
Top