• Monday, 16 February 2026
logo

Erdogan: Hindek rayedarên dewletê li Cizîrê tevliheviyê çê dikin

Gulan Media January 21, 2015 Nûçe
Erdogan: Hindek rayedarên dewletê li Cizîrê tevliheviyê çê dikin
Serok komarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ser bûyerên bajarê Cizîrê yê Bakurê Kurdistanê got, li Cizîrê lîstikek heye û ragihand, hinek peyayên dewletê li wir tevliheviyê dikin.

Serok komarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî "Zîrweya Bazarên Enerjiyê" bû û peyvek pêşkêş kir. Erdogan di axavtina xwe da bal kişand ser guhdarkirina telefona Wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz û wiha got: "Hevdîtin û hûrgiliyên derheqê polîtîkayên enerjiyê yên Tirkiyeyê de guhdarî dikin û bi rêya medyayê belav dikin, ev ne nûçegihanî ye û wek mijara nûçegihaniyê nayê hesibandin."

Erdogan bal kişand ser bûyerên bajarê Cizîrê yê Bakurê Kurdistanê jî û wiha axivî: “Haya me ji lîstika li Cizrê heye. Em îro dibînin ku dixwazin li Cizrê çi bikin û em li gor wê tevdîran hildidin. Hûn dibînin ku hin kes bi cil û bergên fermî yên dewletê û bi wesaîtên dewletê bombeyan datînin keviya rê? Lê dîsa hin rayedarên dewletê di pey re tên û diqefêlin, hemd ji Xwedê ra.”

Tê zanîn, di bûyerên Cizîrê de ku di navbera alîgirên PKK û Hûda-Parê de derketibûn, 6 kes miribûn ku 5 jê zarok bûn.

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş jî beriya niha gotibû, li Cizîrê hinek rayedarên dewletê bi enqest aloziyê çêdikin.
Top