Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li sefîrê Latviyayê dike
Di dîdarekê de, serokwezîrê Kurdistanê, bi minasibeta wergirtina serokatiya Yekêtiya Ewropayê, pîrozbahî li Latviyayê kir û hêvîya serkeftinê jê re xwest. Herwesa serokwezîr pîrozbahî li sefîrê Lativiyayê kir û parsal li Bexdayê dest bi karê xwe kiriye û ev yekem care Latviya sefîrê xwe dinêre Îraqê.
Şerê dijî terorê û serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê di cenga dijî rêxistina terorîstiya DAÎŞ de û rizgarkirina gelek deveran ji bin destê DAÎŞ hatin gotûbêj kirin û serokwezîrê Kurdistanê tekîd kir ku, ji bona jinavbirina terorîstan pêwîstiya pêşmerge bi çekê giran, cebilxane û meşiq û rahînanê û zîdetir alîkariyên serbazî heye. Ji bona baştirkirina rewşa koçber û penaberan jî herêma Kurdistanê zêdetir pêwîstî bi hevkarî û alîkariya Yekêtiya Ewropayê û civaka navdewletî heye.
Çalakiyên bazirganî, hatina şirket û kompaniyên Latviyayê bo herêma Kurdistanê, têkelî digel odeyên bazirganîyên herêma Kurdistanî û çewaniya zêdetir pêşdebirina çalakiyên bazirganî digel herêma Kurdistanê çend mijarên din yên dîdarê bûn.
