• Monday, 16 February 2026
logo

Li Tirkiyeyê operasyon

Gulan Media January 20, 2015 Nûçe
Li Tirkiyeyê operasyon
Li 4 bajarên Tirkiyeyê bi îdiaya guhdarkirina dereqanûnî ya têlefonan, operasyon li Cemaeta Gulen hat pêk anîn.

Li paytexta Tirkiyeyê Enqere û 3 parêzgehên din li hemberî Cemeata Gulen a bi "rêxistina paralel" hatiye navkirin, operasyon hatin kirin.

Li gorî Ajansa Dogan Haberê (DHA) fermana girtina 28 kesan heye.

Bi destê Serdozgeriya Komarê ya Golbaşiyê bi îdiaya guhdarkirina dereqanûnî ya bi têlefonên normal û bikrîpto operasyona li hemberî "rêxistina paralel" dest pê kiriye.

Li gorî agahiyan Al Jazeerayê rêxistinê taybetî guhdarî axaftinên Serokwezîr, Şêwimendê MÎTê, Wezîrê Enerjiyê û nûnerên MGKê kirine.

Rudaw
Top