• Monday, 16 February 2026
logo

Cebar Yawer: DAIŞ hêşta nîvê bjarê Şingalê kontrol dike

Gulan Media January 20, 2015 Nûçe
Cebar Yawer: DAIŞ hêşta nîvê bjarê Şingalê kontrol dike
Sekreterê giştiyê wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ragihand, ku hêşta %50 ê bajarê Şingalê û tewawê bajarê Başîk li parêzgeha Mûsilê di bin kontrola grûpa terorîstiya DAIŞê de ye.


Sekreterê giştiyê wezareta pêşmerge Cebar Yawer di hevpeyvînekê de ligel ajansa nûçeya El-Meilûme ya Iraqî ragiahnd, ku bajarê Şingalê hêşta bi temamî nehatiye rizgarkirin û nîvê bajar hêşta di bin kontrola terorîstên DAIŞê de ye, lê derdora Şingalê û nahiyeyên wê bi temamî ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatine kontrolkirin û ji terorîstan hatine paqijkirin.

Cebar Yawer herwiha da zanîn, ku hêşta beşeke zêde ya deşta Neynewa li parêzgeha Mûsilê di jêr kontrola çekdarên grûpa terorîstiya DAIŞê de ye û tekez kir, ku hêşta bajarê Başîk bi temamî di jêr kontrola DAIŞê de ye û hêzên ser bi hikûmeta federala Iraqê ve û hêzên pêşmerge heta niha bo azad kirina evî bajarî û daxistina yekcariya dosyaya DAIŞê li Iraqê hewl didin.

Di rojên dawî yên heyva dawî ya sala par de, hêzên pêşmerge yên hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi operasiyonekê bo azad kirina devera Şingalê ji destê DAIŞê kirin û karîn di maweyeke kêm de gelek navçe û derveran azad bikin û piştî gihîjtina bi çiyayê Şingalê, dest bi êrişa bo ser bajarê Şingalê kirin û niha nîvê bajar di destê pêşmerge de ye.

Top