Li Telwerd şerê Pêşmerge û DAIŞê ye
Li eniya rojavayê Kerkûk–Dubiz şer û pevçûn di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û çekdarên DAIŞê de derket, di encam de jî bi dehan çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Fermandarê eniya rojavayê Kerkûk–Dubiz Kemal Kerkûkî taybet ji BasNewsê re ragihand “Serê sibeha îro, 20ê Çile, çekdarên DAIŞê bi çekên sivik û giran êrîşî sengerên Pêşmergeyên li navçeyên Mele Ebdula, Twêlia û Melhe li eniya Dubizê kirin, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wê êrîşê dan û bi dehan çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”
Kemal Kerkûkî da zanîn ku, ji danê pêş nîvor û heta niha şer û pevçûn di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de li navçeya Telwerd berdewam e, çend caran çekdaran hewla pêşdeçûnê dan lê hemû hewlêm wan ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin pûç kirin û wiha gtina xwe bidawî anî “Heta niha çekdarên DAIŞê nikarîne bostek ax jî bidest bixin.”
Rudaw
