YPGê hejmara şehîdan ragihand
YPGê di daxuyaniyekê de navên 8 şervanên xwe eşkere kirin û got, ew şervanên wan di 15ê vê mehê de di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de li Kobanê şehîd bûne.
Li aliyê din ve li gor Saziya Malbatên Şehîdan ya ser bi TEV-DEMê, îro cenazeyên 8 karmendên asayişê ku di şerê 17ê vê mehê de li bajarê Hesekê şehîd bûne, dê yek ji wan li bajarê Qamişlo û her heft cenazeyên din li bajarê Hesekê bi axê bên spartin.
Derbarê şerê li Hesekê de, Hevserokatiya Kantona Cizîrê di daxuyaniyekê de êrîşên Artêşa Sûriyê li Hesekê şermezar kirin û ragihand ku armanca wan êrîşan di navbera pêkhateyên navçeyê de derxistina fitneyê ye.
Ev çend roj bûn li bajarê Hesekê di navbera şervanên YPGê û hêzên rêjîma Sûriyê de şerekî giran derketibû ku di encamê de komek şervan û sivîl şehîd bûn, her wiha çend leşkerên Sûriyê jî hatin kuştin.
Rudaw
