• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Pêwîste peywendiyên me li gel tevahiya aliyên Îraqê baş bin

Gulan Media January 20, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Pêwîste peywendiyên me li gel tevahiya aliyên Îraqê baş bin

Cîgirê Serokê PDKê li gel firakisyona PDKê li Parlementoya Îraqê de civiya.

Duh li Hewlêrê Cîgirê Serokê partiya demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel firakisyona partiya demokrata Kurdistanê ya li parlementoya Îraqê de civiya.

Di civînê de firakisyona raportek derbarê kar û çalakiyên xwe de pêşkêş kir û piştî şîrove kirina raporta han Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkêş kir û tekez li ser vê yekê kir ku lazime hewl bo vê yekê werê dayîn daku peywedniyên navbera firakisyonên Kurdistanî bi taybetî û bi giştî jî peywendiyên li gel aliyên Îraqê werin bihêztir kirin.

Barzanî herwiha behsa pêşniyara firakisyona PDKê bo damezrandina firakisyona Kurdistanî li Parlementoya Îraqê kir û ev pişniyara han bi pêşniyareke girîng wesif kir.

Nêçîrvan Barzanî herwiha got: Gelek girînge ku em xwedan peywendiyên baş yên li ser esasa berejwendiyên hevbeş bin li gel tevahiya aliyên din û lazime ew yek were şîrove kirin ku siyaseta Kurdistanê ne siyaseta perawêz xistina Bexdayê ye û dibe em hewl bidin daku li gel hikûmeta nû ya li Bexdayê de kêşeyên heyî çareser bikin.
Top