• Monday, 16 February 2026
logo

Şanda Kurdistanê li Konferansa Londonê ye

Gulan Media January 20, 2015 Nûçe
Şanda Kurdistanê li Konferansa Londonê ye
Bi beşdariya bêtirî 80 welatên cîhanê, Konferansa Navdewletî ya Perwerde û Xwendina Bilind li Londonê dest pê kir, ku Herêma Kurdistanê jî tê de beşdar kiriye.

Çendîn zanîngehên mezin ên cîhanê û Brîtanyayê sponseriya wê konferansê dikin, ku tê de her welatek behsa siyaseta xwe di perwedekirinê de dikir, herwiha behsa kaletîka xwendinê û bilindkirina asta xwendevana dikin.

Rêveberê Konferansa Navdewletî ya Perwerde û Xwendina Bilind Dominic Savage ragihand: “Armanca me ew bû ku wezîrên perwede yên hemû cîhanê bînin û bi hev re behsa wê yekê bikin ku çawa em kar li ser perwerdeyê û xwendina bilind bikin, ku bi giştî em dixwazin hevkariya wan bikin bo danîna siyaseteke baş bo perwerdeyê û xwendina bilind.”

Di konkeransê de pêşangeheke navdewletî jî hat vekirin, ku tê de hemû pêdiviyên girêdayî xwendinê hatin danîn, ku welatên beşdar dikarin ji teknelojiya û pergala nû ya xwendinê qezenc bikin.

Perwerde û xwendin serkirdeyên bên ên cîhanê derdixin, lewma welatên rojava bi girîng li wan dinere.

Wezîrê Perwede yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Piştîwan Sadiq wiha got: “Ev kongre di wê baweriyê de ye ku bi rêya perwerdeyê em dikarin gellek pirsgirêk û nakokiyên siyasî û aborî û civakî çareser bikin.”

Derbarê beşdariya şanda Herêma Kurdistanê di wî konferansî de, Dr. Piştîwan Sadiq ragihand: Pêşwaziyek germ li me hat kirin, ku em wek nîvçe dewletekê tê de beşdar bûne.

Beşdarkirina şanda Herêma Kurdistanê bi armanc bû, ku ew dixwazin qezencê ji nûtirîn pêşkeftinên di warê xwendinê de û bi taybetî xwendina bilind de werbigrin, da ku li Kurdistanê bicîh bînin.

Herwiha Wezîrê Xwendina Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Yûsif Goran wiha got: “Hinek pirsgirêkên wan mîna pirsgirêkên me ne, em dixwazin qezencê ji wan bikin, bi taybetî ji wan welatên xwedî ezmûn.”

Çawaniya pêşketina perwerdeyê li cîhanê û têgehiştina nû ji perwerdeyê û avakirina pirekê di wî warî de, armanca Konferansa Navdewletî ya Perwerde û Xwendina Bilind li Londonê ye, ku dixwaze bi wê yekê civakê pêşve bibe.

Rudaw
Top