Serokê Konferansa Ewlekariyê: Şandina çekan bo Pêşmerge sinyaleke giring e
Serokê Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê (Mûnîx)Wolfgang Ischinger ji rojnameya almanî ya Die Welt re axivî û şandina çekan bo Pêşmerge weke gaveke erênî nirxand.
Wolfgang Ischinger di bersiva pirsa ku gelo ev arîkarî nabe sedema parçebûna Iraqê de wiha got: “Ez bawer nakim êdî rewşa Iraq û Sûriye vegere rewşa 50 sal berê.”
Ischinger her wiha got ku ew wê arîkariya Almanyayê ya ji bo pêşmergeyan weke noqteyeke diyarker ji bo encama şer nabîne, lê baş dibû eger Almanya jî bi firokên xwe yên şer tevlî operasyonên lêdana Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li Iraqê bibûya, weke ku welatên biçûk yên weke Hollenda û Danîmarka jî dikin.
Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê di warê ewlekariyê de weke giringtirîn konferans li seranserê cihanê tê hesibandin û îsal konferansa wê di navbera 6 û 8ê Sibatê de li bajarê Munchenê yê Almanyayê bê lidarxistin.
Rudaw
