• Monday, 16 February 2026
logo

Hewlêr di lûtkeya cîhanê de ye

Gulan Media January 19, 2015 Nûçe
Hewlêr di lûtkeya cîhanê de ye
Niqaşa serxwebûna Kurdistanê ku demeke dirêj e di rojevê de ye û piştî ku DAIŞ di hemû eniyan de ber bi şikestine ve diçe, Herêma Kurdistan dikeve fetlanekek nû. Li gel Rêveberiya Herêma Kurdistanê (RHK) di warê dîplomasiyê de hefteyeke têr û tije li dû xwe hişt, vexwendina Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî ya 51. Konferansa Ewlehiyê ya ku wê di meha Sebatê de li Munîh’ê pêk bê.Başûrê Kurdistanê ber bi lûtkeya siyasî ya dinyayê ve dibe. Serdanên Hewlêr’ê yên Wezîra Parastinê ya Elmanya’yê Ursula von der Leyen û Nûnerê Taybet ê Tekoşîna Kureyî ya li Dij DAIŞ’ê yê Serokê DYA’yê Obama, generalê teqawidbûyî John Allen bi daxuyaniyên xwe bûn sedema nirxandinên ku êdî Kurdistan hevpareke girîng a stratejiya ewlehiya global e.

Allen û Leyen, piştî serdanên xwe, tekoşîna ku Pêşmerge li dij DAIŞ’ê dide destnîşan kirin û peyamên weke; “Tekane hêza ku dikare bi DAIŞ’ê re şer bike kurd in” dan, ev peyam wek rîwangeya siyaseta dinyayê ya Kurdistan kete rojevê. Ji aliyekî ve Hêzên Pêşmerge di heman demê de, di gellek eniyan de derbên mezin li DAIŞ’ê dixe, li aliyê din jî tê ragihandin ku paqijkirina Şengal, Mûsil û Guwêr a ji DAIŞ’ê pir nezîk e.

Her wiha Yekîneya Pêşmerge ya ku bi fermana Serokê Rêveberiya Kurdistanê Mesûd Barzanî, di 29’ê Cotmehê de, ji bo li gel YPG û YPJ’ê li dij DAIŞ’ê şer bikin çû Kobanê jî cara sêyemîn dema xwe tije kir û hate guhertin. Yekîneya Pêşmerge ya 2. ku nêzîkî mehekê ye li Kobanê ye, bi ser Pirsûsê ve vegeriya Hewlêrê û yekîneya nû jî derbasî Kobanê bû.

Barzanî beşdarî Lûtkeya Ewlehiyê dibe

Serok Barzanî bi mebesta beşdarî Konferansa Ewlehiyê bibe wê biçe Elmanya’yê. Hate ragihandin ku bi ser vexwendina Lijneya Amedekar, li ser navê Herêma Kurdistanê, Barzanî beşdarî 51. Konferansa Ewlehiyê ya ku wê li Munih’a Paytexta Almanyayê pêk bê bibe. Di ve konferansa ku wê Serokwezîra Elmanya Angela Merkel serokatiya wê bike de, wê serokwezir û wezîrên 30 dewletan beşdarî lê bikin. Hate ragihandin ku wê Konferans di 6 û 8’ê Sebatê de pêk bê. Ev konferansa ku ji 1963’yan şûn ve li Munihê pêk tê, di salên 90’an de ji ber têkçûna Bloga Rojhilat, girîngiya xwe wunda kiribû. Di vê konferansa ku sala çûyî cara 50. pêk hate de ji ber ku gefa terorîzmê berz bû bi beşdariyeke mezin pêk hatibû.

Barzanî beşdarî Davosê dibe

Li gel Lûtkeya Ewlehiyê ya li Almanya, Barzanî, di forûmeke navneteweyî ya din de jî wê nûneriya welatê xwe bike. Wê nêzîkî 500 karmendên payebilin û nûnerên dezgehên sivîl ên dinyayê û ji 40’î zêdetir serokên hikûmet û dewletan beşdarî Lûtkeya ku 45. e tê lidarxistin bibin. Lûtkeya

Di rûniştina bi mijara “Çareseriya Qeyranên Jeopolîtîk a bi têmaya “Qeyran û Hevkariyê” ya vê foruma ku ji 280 civînan pêk tê de wê li lêgerîna bersiva pirsa “Ji bo aştiyê dikare alîkariyeke çawa li Civaka Navneteweyî , Ûkrayna, Rohlilata Navîn û beşên din ên dinyayê bê kikrin?” bê kirin. Di nav beşdarvanên vê nîqaşê de Serokkomarê Misirê Ebdulfettah El Sîsî, Mîrê Ordunê Ebdûlah El Huseyn, Serokwezîrê Iraqê Haydar El Abadî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokdewletê Ûkrayna Pero Poroşenko hene. Beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya vê lûtkeyê wek nîşaneya hevkariya Başûrê Kurdistanê ya ku roj bi roj bek bi serxwebûnê ve diçe tê dîtin.

Tekane hêza ku bikare DAIŞ’ê têk bibe kurd in

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê bi Nûnerê Taybet ê Tekoşîna Kureyî ya li dij DAIŞ’ê yê Serokê DYA’yê Obama, Generalê Teqawidbûyî John Allen û le pey wî jî Seroka Parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyen hate cem hev. Piştî serdanên xwe yên Başûrê Kurdistanê ku têkiliyên dîplomatîk bi lez dimeşin, Allen û Leyen di daxuyaniyên xwe yên çapemeniyê de destnîşan kirin ku tekane hêza ku dikare bi îstiqrar li dij DAIŞ’ê şer bike kurd in. Wezîra Parastinê ya Almanya Ursula von der Leyen di serdana xwe ya Hewlêrê ya hefteya çûyî de li gel Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, her wiha hin serdanên din jî kir. Leyen li gel kampa Pêşmergeyên ku li Mûsil, Şengal, Guwer û li hin xalên stratejîk li dij DAIŞ’ê şer dikin, her wiha bi Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir re serdana kampên Pêşmergeyên ku ji alî şêwirmendên leşkerî yên Alman têne perwerdekirin jî kirin. Seyîd Qadir bibîr xist ku Almanya berê ji Pêşmerge re çek şandibû û got: “Di demeke nêzîk de wê hêzên Pêşmerge hemû axa ku ji alî DAIŞ’ê ve hatiye dagirtin rizgar bikin” Leyen jî vê mijarê şîrove kir û got: “Pêşmerge îsphat kir ku DAIŞ dikare bê têkşikandin”

Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya lijneya DYA ya ku ji Nûnerê Taybet ê Tekoşîna Kureyî ya li dij DAIŞ’ê yê Serokê DYA’yê Obam, Generalê Teqawidbûyî John Allen, Cîgirê Rawêjkarê Wezareta Derve ya DYA Brett McGurk, Balyozê DYA yê li Bexdayê Stuart Jones û Balyozê DYA yê li Hewlêrê Joseph Pennington û hin berpirsên leşkerî pêk tê kir. Di civînê de Allen ji ber serkeftinên hêzên Pêşmerge yên li Zûmar, Rabîa û Şengalê Barzanî pîroz kir. Alen destnîşan kir ku DAIŞ bi destê Pêşmerge hatiye têkşikandin û anî ziman ku Barzanî jî di şerê li dij terorê de roleke grîng pêk aniye. Allen, da zanîn ku wê piştgiriya DYA ya li Herêma Kurdistanê dom bike û destnîşan kir ku hêza herî grîng a ku dikare li dij DAIŞ’ê şer bike kurd in û got: “Pêşmerge Efsaneya DAIŞ’ê qedandiye” John Allen, her wiha anî ziman ku ji ber alîkarbûyîna koçberên ku ji ber şer ji warên xwe bûne Herêma Kurdistanê şayanî pesindayînê ye û got: “Ev xebatên Herêma Kurdistanê wê di dinyayê de hildaye asteke bala” Barzanî jî di hevdîtinê de ji ber piştgirîdayîna wan spasiyên xwe ragihand Serokê DYA Obama û gelê Amerîkayê. Wezîra Parastinê ya Almanya Ursula von der Leyen piştî serdana xwe ya Herêma Kurdistanê, di axaftina xwe ya Meclîsa Federal a Alman de qala serdana xwe kir û got: “Divê civaka navneteweyî bêtir bawerî bi kurdan bîne û piştgirî bide wan. Li gor min divê civaka navneteweyî di mijara tekoşîna li dij DAIŞ’ê de bibêje ‘Em hemû kurd in’ û ‘Em hemû ezdî ne” Leyen wiha dom kir: “Di serdana min a Herêma Kurdistanê de xuya bû ku li dinyayê tekane hêza ku dikare li dij DAIŞ’ê têbikoşe û hêza ku dikare DAIŞ’ê têk bibe kurd in. Bi rastî jî kurd di tekoşîna li dij DAIŞ’ê de pir serkeftî ne” Wezîra Parastinê ya Almanya Leyen her wiha destnîşan kir ku divê Almanya, Ewropa û civaka navneteweyî bêtir piştgirî bide kurdan û bang li hikûmeta Almanyayê kir da ku ji bo tekoşîna li dij DAIŞ’ê bêtir piştgirî bide Herêma Kurdistanê.

Barzanî pêşwaziya Serokê Xaçasor kir

Li Başûrê Kurdistanê çûnûhatên dîplomatîk bê navber dom dikin. Serokê RHK Barzanî hefteya çûyî her wiha bi Serokê Xaçasor Peter Maurer hevdîtinekê pêk anî. Di daxuyaniya di derbarê vê hevdîtinê de Barzanî peyama qedandina terorê da. Barzanî got: “Terorîstan xwestin ku mezinbûn û pêşveçûna Kurdistan rawestînin. Bi hêza ku bi dest xistin, xwestin ku Herêma Kurdistanê dagir bikin û bi vê mebestê êrîşî axa me kirin. Lê belê guman nekirin ku wê hêzên Pêşmerge û gelê kurd parastineke wiha bala bikin û dostên Kurdan ev çend alîkariya kurdan bikin” Serokê Xaçasor Peter Maurer jî bal kişand ser tekoşîna û got: “Ji ber ku we deriyên xwe li sedhezaran koçber û penaberan re vekir em spasiya Hikûmeta Kurdistanê dikin. Bo ku wan mirovên ji ol û neteweyên cihê hewandin û wan li hember xeteriya terorê parastin.”

500 jinên ezdî hatin rizgarkirin

Li gel geşedanên dîplomatîk ên Başûrê Kurdistanê geşedaneke din ya pir grîng jî pêk hat. 500 jinên ezdî yên ku di Tebaxa sala çûyî de piştî êrîşa Şengalê ji alî DAIŞ’ê ve hatibûn revandin, hatin rizgarkirin. Di berdewamiya xebatên rizgarkirina jinên ezdî yên ku revandina xwe ketibûn rojeva dinyayê 500 jin hatin rizgarkirin. Endamê Parlamana Herêma Kurdistanê û Seroka Meclîsa Mafê Jinan Êvar Îbrahîm da zanîn ku ji 4 hezar jinên ku ji alî DAIŞ’ê ve hatibûn revandin 500 jin bi hin rêbazan hatine rizgarkirin. Êvar Îbrahîm diyar kir ku ji bo jinên hatine revandin di bin banê Parlamena Kurdistan de komîsyoneke şopandinê hatiye damezirandin û got: “Ev komîsyon li Duhok û derdora wê hin xebatên cihê dimeşîne”

Ezdî, ne xweseriyê serxwebûnê dixwazin

Li gel geşedanên dîplomatîk, di berdewamiya operasyonên rizgarkirina Şengalê de niqaşên pergala birêvebirina siberoja Şengalê jî destpê kirin. Qeymeqamê Şengalê Meyser Hecî bersiv da aliyên ku xweseriya Şengalê diparêzin û got: “Ji % 2’yê ezdiyan piştgirî didine kantonbûyîna Şengalê. Em ji bilî Rêveberiya Herêma Kurdistanê tu rêveberî nas nakin” Meyser da zanîn ku ewê destûr nedin bazarkirina li ser rêvebirina Şengalê û wiha dom kir: “Emê giliyê vê mijarê bi awayekî fermî li Hewlêr û Bexdayê bikin. Di demeke wiha aloz de divê ev nîqaş nehatina destpêkirin. Herkes û hemû dinya dizane ku Şengal girêdayî Herêma Kurdistan û Iraqê ye” Fermandarê Pêşmerge yê Ezdî Kasim Derbo jî di vê derbarê de ragihand ku pêkanîna kantonê rêbazeke şaş e û nayê qebûlkirin û got: “Tê xwestin ku sûd ji vê rewşa aloz ya Şengalê bê wergirtin. Deynê me ji Serok Barzanî re heye. Di kêliya ku bi sedan Pêşmerge ji bo Şengalê canên xwe didin de, hin kesên din di derbarê Şengalê de diaxivin”

Barzanî li eniyên Mexmûr û Guwêrê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana eniyên şer ên Mexmûr, Guwêr û Şengalê kir. Barzanî li eniya Mexmûrê li gel Pêşmergeyan eniyan kontrol kir û bi Fermandarên Hêzên Pêşmerge yên vê eniyê re civînekê pêk anî. Barzanî di civînê de Pêşmergeyan pîroz kir û got: “Ez baş pê bawer in ku Pêşmergeyên qehreman ên ku ji bo rûmeta gelê Kurdistan têdikoşin û canên xwe gorî dikin, xwedî şiyaniyeke berz e ku dikare derbên kujerî yên ku terosîst heq dikin li wan bide. Ji ber vê helwesta wan a canfîdayî ya ku efsaneya DAIŞ’ê perçe wesle kirine ez spasdarê Pêşmerge me. Ji ber tekoşîna wan a bêhempa hemû dinya Pêşmerge û Kurdistanê bi hurmet bibîr tîne”

Mensûr Barzanî: DAIŞ’ê derbên mezin xwar

Ji alî din ve, di berdewamiya operasyonên ku çend roj berê li Mûsil û Guwêrê li dij DAIŞ’ê hatin destpêkirin de hate daxuyandin ku DAIŞ’ê şikestên mezin xwariye. Fermandarê Pêşmerge Mensûr Barzanî di derbarê operasyona ku li Guwêrê pêk hat de ragihand ku li Guwêrê derbên mezin li DAIŞ’ê hatine xistin û DAIŞ’ê şikestên mezin xwariye. Fermandarê Hêzên Taybet Mensûr Barzanî diyar kir ku eniya Guwêrê bi tevahî ji DAIŞ’ê hatiye paqijkirin û got: “Niha em li vê herêmê ne û ev herên bi aram û parastî ye” Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Pêşmerge û hêzên Asayîşê li dij DAIŞ’ê bi qehremanî şer dikin û axa Kurdistanê û bi taybetî jî paytext Hewlêrê diparêzin û ji sersaxiya malbatên Pêşmergeyên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane xwest. Fermandarê Pêşmerge yê Eniya Mexmûr û Guwêrê Sîrwan Barzanî jî di daxuyaniyekê de ragihand ku DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşekê haniye ser hêzên Pêşmerge yên ku herêma Siltan Ebdula diparêzin, hêzên Pêşmerge bi helwesteke tûnd bersiv daye vê êrîşê û di van pevçûnan de gellek DAIŞ’î hatine kuştin.

Di hemû eniyên Mûsilê de DAIŞ’ê derbên mezin xwar

Serfermandarê Giştî yê Pêşmerge General Cemal Mihemmed jî da diyar kir ku Mûsil ji bo DAIŞ’ê pir grîng e lê di hemû eniyan de gellek endamên wê hatine kuştin û ji bo telafîkirina van kuştiyan êrîşan pêk anî ye. General Mihemmed diyar kir ku hêzên Pêşmerge li derdora Mûsilê, li Şengal, herêma Bendava Mûsil, Hazir, Guwêr û Mexmûrê operasyonên pir serkeftî pêk anî ye, DAIŞ’ê paş ve revandiye û hemû hewldanên wê yên êrîşê pûç kirî ye. Mihemmed got: “DAIŞ, di hemû eniyên Mûsilê de têk çû. Hêzên alîkariyê yên ku ji Sûriye û Ramadiyê hatin hawarê jî derbên mezin xwarin” Mihemmed da destnîşan kir ku DAIŞ, Mûsilê weke paytexta xwe dibîne û diyar kir ku ji ber di eniyên li derdora Mûsilê de derbên mezin xwar DAIŞ ketiye nav tirs xofan. Mihemmed anî ziman ku ji ber van têkşikestinan DAIŞ, bêtir hewl dide êrîşên xwekujî pêwîstiya pêşîlêgirtina xeteriya êrîşên xwekujî destnîşan kir. Di derbarê şere li Şengalê de jî tê ragihandin ku ji bo Şengal bi tevahî bê rizgarkirin amadekariyên planeke nû têne kirin û tê gotin ku wê navçeya Şengalê di demeke nêzîk de bi tevahî bê rizgarkirin. Berpirsê Eniya Şengalê yê Hêzên Pêşmerge Emîd Baram destnîşan kir ku bi êrîşên bersivdayînê wan DAIŞ’ê tengav kirine û got ku wan emîrê DAIŞ’ê yê bi navê Mihemmed Mûsa Elîbî û 16 endamên wê kuştine.

Kerkûk di bin kontrola Pêşmerge de ye

Fermandarê Hêzên Pêşmerge yê Kerkûkê Kemal Kerkûkî jî di derbarê eniyên Kerkûkê de ragihand ku Pêşmerge hêdî lê bi hendazeyî tevdigere û hewl dide ku bi kêmtirîn zayîatê di şer de bi ser bikebe. Kerkûkî ragihand ku şiyaniya DAIŞ’ê ya ku êrîşan pêk bîne nemaye û ji ber vê yekê di warê moral de jî şikestiye lê berovajiyê wê Pêşmerge ji bo êrîşan pêk bîne bê sebir e. Fermandar Kemal Kerkûkî da zanîn ku DAIŞ’ê hemû enerjiya xwe arasteyî Şengalê kirî ye lê belê li Şengalê jî ber bi têkçûnê ve diçe û êdî DAIŞ ketiye pêvajoya hilweşînê.

Leşkerên DYA jî li eniyan in

Di operasyoneke hevpar a Gerînendehiya Asayîşa Kerkûkê û Gerînendeya Beşa Sîxuriyê de, tîmeke DAIŞ’ê ya ku ji 7 kesan pêk tê û amadekariyên çalakiyên êrîşkariyê dikin hatin desteserkirin. Ji alî din ve Serfermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Cemal Emînkî aşkere kir ku li Şengalê di eniyên şer de leşkerên DYA’yî jî hene. Cemal Emînkî da zanîn ku Şengal ji bo DAIŞ’ê xwedî gringiyeke stratejîk e, lewre arastekirina hêzen xwe yên di navbera Sûriye û Mûsilê de bi ser Şengalê ve pêk tîne. Serfermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Emînkî destnîşan kir ku ew li gel DYA’ê hemaheng tevdigerin û got: “Şêwirmendên Leşkerî yên DYA’yê jî li eniyên şer ên li Şengalê ne, lê belê frokeyên şer li ser axa Iraqê jî êrîşan pêk tînin. Ji alî din ve hate ragihandin ku DAIŞ’a di gellek eniyan de şkestên mezin dixwe ji bo Bendava Mûsilê dîsa dagir bike dest bi êrîşan kirî ye, lê belê piştî êrîşên hewayî yên DYA û êrîşên bejayî yên Pêşmerge bêçar ma ku paş ve bireve.

Basnews
Top