Çekdarekî Rojhilatî yê DAIŞê di şerê Pêşmerge de hat kuştin
Li gorî malpera KurdPayê, xortekî kurd ê xelkê bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ku bi hêceta “cîhadê” tevlî DAIŞê bibû, roja 11ê vê mehê di şerê Pêşmerge de hat kuştin.
Li gorî nûçeyê, navê wî xortî Rehîm Bayezîdî û temenê wî 22 sal bû û li gundê Bagirdanê yê Mehabadê hatibû dinê lê mala wan li bajêr bû.
Her wiha hat zanîn ku çend roj berê li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê jî çend kes derbasî Iraqê bûne û çûne nav DAIŞê. Hat gotin ku li heman deverê, zilamek bi hevjîna xwe ve tevlî DAIŞê bûne.
Rûpela bi navê “Piştevanên Xilafetê” ku ji aliyê alîgirên DAIŞê yên Rojhilat ve hatiye danîn, beriya niha ragihandibû, 23 xortên kurd ji bajarên Bokan, Mehabad, Seqiz û Ciwanroyê yên Rojhilatê Kurdistanê tevlî DAIŞê bûne ku 9 kes ji wan xwe di şer de teqandine.
Rudaw
