• Monday, 16 February 2026
logo

Şer li Hesekê berdewam e

Gulan Media January 18, 2015 Nûçe
Şer li Hesekê berdewam e

Şer û pevçûnên dijwar di navbera şervanên YPGê û hêzên rejîma Sûriyê bi alîkariya çekdarên alîgirên wê de li bajarê Hesekê derbasî roja duyem dibin, hêzên rejîmê jî nava bajêr topbaran dikin.

Welatiyekî ji xelkê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê taybet ji BasNewsê re ragihand ku “Şer û pevçûnên giran li navçeya geraca otombîlan û hola werzişê û baregeha partiya Baes li nava bajarê Hesekê berdewamin.”

Li gor gotina wî welatiyî, di şer de çekên sivik û navend û giran tên bikar anîn, hêzên rejîmê jî tank anîne nava bajêr û dest bi topbaranê kirine.

Niha her yek ji bazgeha bakur, hola werzişê, avahiya postê û bazgeheke hêzên rejîmê li destpêka bajarê Hesekê ji aliyê bakur ve di dest şervanên YPGê de ne.

Çavkaniyên meydanî jî ji nava bajarê Hesekê ji BasNewsê re aşkere kirin ku, ji be dijwariya şer û pevçûnan û topbaran ji aliyê hêzên rejîmê ve, welatî di malên xwe de asê mane û ti dukanek jî li bajêr nehatiye vekirin.

Ji aliyê xwe ve, parêzer û mafnasê Kurd Omran Mensûr da zanîn ku, ji encama şer hejmarek kesê sivîl canê xwe ji dest dan, tevî ku 5 şervanên YPGê şehîd bûne û 10ê din jî birîndarin, herwiha 17 leşkerên rejîmê û çekdarên alîgirên wê jî hatine kuştin, tevî ku 23 çekdar ji aliyê rejîmê li cem YPGê ve dîlgirtî ne.

Basnews
Top