ENKSê dîsa tê Başûrê Kurdistanê
Çavkaniyekê ji ENKSê ji Rûdawê re ragihand ku şandeke partiyên encumenê wê îro li ser daxwaza Serokatiya Herêma Kurdistanê serdana Başûrê Kurdistanê bike û derbarê nakokiyên Lêvegeriya Siyasî de gotûbêjan bikin.
Çavkaniyê diyar kir ku ew serdan di demekê de ye ku niha serkirdeyê TEV-DEMê Aldar Xelîl jî bi serdanekê li Başûrê Kurdistanê ye.
Li gor heman çavkaniyê, şanda partiyên ENKSê wê derbarê pirsgirêkên ku derketine pêşiya Lêvegera Siyasî de gotûbêjan bikin, bi taybetî piştî ku encumenê 3 partiyên xwe ji nava lêvegerê derxistin û TEV-DEMê ev yek qebûl nekir.
Rudaw
