300 Kurdên Êzdî yên li cem DAIŞê hatin azadkirin
hejmarek ji Kurdên Êzdî yên ku ji aliyê rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) ve hatibûn revandin, do hatin azadkirin û çavkaniyek jî dibêje ku niha li bajarê Kerkûkê ne.
Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Karûbarên êzdiyan li Wezareta Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Xetrî Bozanî ji BasNewsê re got: “do, 17ê Çile, 300 Kurdln Êzdî li bajarokê Tilefer hatin azadkirin û niha gehiştine bajarê Kerkûkê.”
Xeyrî Bozanî ragihand jî ku, di nava wê hejmarê de jin, zarok û pîr hene û niha rewşa wan tenduristî baş e û ji Kerûkê bo Hewlêrê dê bên veguhestin.
Navborî awayê azadkirina her 300 Kurdên Êzdî ji dest DAIŞê aşkere nekir û wih gortina xwe bidawî anî “Em gelekî gelekî kêfxweşin.”
Basnews
