Ebadî jî tevlî civîna welatên li dijî DAIŞê dibe
Di civîna hevpeymaniya li dijî DAIŞê de, wê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon jî beşdar bibe, herwiha Serokwezîrê Brîtanya David Cameron û çend serkirdeyên din ên welatên endamên hevpeymaniyê wê tevlî civîna Londonê bibin.
Li gor zaniyariyên ku belav bûne, wezîrên derve yên 20 welatên endamên hevpeymaniyê wê tevlî civîna roja pêncşemê li Londonê bibiin.
Ev civîn li ser daxwaza Amerîka û Brîtanya tê lidarxistin û biryara lidarxistina civînê piştî hevdîtina berî du rojan ya di navbera Serokê Amerîka Barack Obama û Serokwezîrê Brîtanya David Cameron de hat dayîn.
Welatên endamên hevpeymaniya Navdewletî di destpêka kanûna sala borî de civîneke berferh li avahiya NATOyê li Brokselê lidar xistibûn, ku tê de nûnerên 60 welatan beşdar bûn.
Rudaw
